Li Marmarîsê şewateke mezin derket

img
MUGLA - Agirê ku li taxa Hîsaronu ya Muglayê derketiye bi bandora bayê re mezin bû û li gelek deveran belav bû. Ji devera Bordulet û Degirmenyani 30 malbat hatin tehlîyekirin.
 
Agirê ku duh şev li taxa Hîsaronu a navçeya Marmarîsê ya Mugleyê derketiye hê jî nehatiye vemirandin. Agirê ku devera Bordubetê dorpêç kiriye, ber bi devera Otluk ve diçe. Agirê ku mezin bûye, 4 kîlometreyan nêzî jîngehan bûye. Li herêmên Bordubet û Degirmenyani ji ber metirsiya şewatê 30 malbat hatin tehlîyekirin. 
 
Bi derketina agir gelek tîmên agirkujiyê, meşîneyên kar û tîmên girêdayî gerînendeyên daristanê yên herêmên Antalya, Denîzlî û Îzmîrê, ji bo herêma şewatê hatin şandin. Rêveberiya Bobelat û Rewşa Awarte (AFAD) daxuyanî da û diyar kir ku ew li herêmê hezar û 393 personel, 338 wesayît û 35 meşîneyên kar ji bo vemirandina agir peywirdar kirine.
 
‘BANGA ME BIBIHÎSİN’
 
Serokê Şaredariya Marmarîsê Mehmet Oktay li ser hesaba xwe ye medya dîjîtal duh bi şev daxuyanî da û wiha got: “Mixabin bêşansiya me ya herî mezin a niha, bihêzbûna bayê ye. Ji ber bayê rewşa me qet nebaş e. Her ku geşedan çêbibin, em dê we agahdar bikin. Mixabin mudaxileya beriya ku tarî bikeve erdê dihat kirin, niha nayê kirin. Yekem daxwaza me ya lezgînî şandina helikopterên agirkuj ên ku dikarin şev jî bixebitin e. Nexwe em dê dîsa bi bobelatekê re rû bi rû bimînin. Em li bendê ne ku rayedar vê banga me bibihîsin.”