Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin

img

ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê li dijî birîna daran daxuyanî da û got: “Li herêmê ne tenê dar tên birîn her cure zindî tên tunekirin. Bêdeng nemînin.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) ya Bajêr a Şirnexê, têkildarî birîna daran a ku li herêma Bestayê û Çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeriyê de didome li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endam û rêveberên rêxistina bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Xweza jiyan e, jiyanê qetil nekin” hat vekirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendê yê Şirnexê Kamûran Demîr ve hate xwendin. Demîr diyar kir ku ew qirkirin di bin navê hinceta “Herêmên bi ewle” de pêk tê û wiha axivî: “Qeymeqam, polîs û leşkerên tayînkirî li van herêman xwedî rayeyên bêsînor in. Ev kes û saziyên rayedar, bêyî ku li xweza û jiyanê miqate bin her cure polîtîkayên tunekirinê û rantê bi hêsanî pêk tînin. Dixwazin bi vê erka wan a bêsînor her cûre talankirinê ji raya giştî veşêrin. Ne tenê daran talan dikin, di heman demê de zerarê didin dîroka herêmê, siberoj û her cûre cihêrengiya jiyanê û zindiyan.”
 
‘YA KU TÊ QIRKIRIN MIROVAHÛ YE’
 
 Demîr di berdewama axiftina xwe de bang li her kesî kir ku xwedî li xwezaya herêmê derkevin û got: “Em careke din bang li gelê Şirnexê, gelê kurd, gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî vî şerî û talanê bi rengekî herî bilind dengê xwe bilind bikin. Nerazîbûna xwe ya demokratîk derxin pêş û li dijî vê talankirinê dengê xwe bi hev re bilind bikin. Dîsa em bang li raya giştî ya navneteweyî, derdorên demokratîk, derdorên ekolojîst, sazî û rêxistinên sivîl dikin; ev dar tenê ne yê Şirnexê ne, di heman demê de darên ku li Besta, Cûdî û Gabarê tên birîn, qetilkirina mirovahiyê ye.” 
 
‘EV PIRSGIRIKEKE SEDSALAN E’ 
 
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand ser talankirina xwezayê û wiha got: “Em bi rojan in li dijî talankirina xwezayê Şirnexê bang dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe li dijî vê talankirinê kerr û lal kirin e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû çavkaniyên welatê me ji bo bidestxistina rantê bikar tînin. Ber bi dawiya desthilatdariya xwe ve bi hemû hêzên xwe ve êrişan dikin û êdî nizanin çi bikin. Lewra daristanên li Şirnexê jî daristanên li Marmarîsê jî ji bo ku pêşkêşî alîgirên xwe bikin, talanê dikin. Vê talanê jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ kamufle dikin. Ev talankirin û qirkirin bingeha xwe ji pirsgirêkek sedsalî digire. Ev pirsgirêk ne bi koçberkirinê ne jî bi êrişên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê nayê çareserkirin. An jî bi sepandina faşîzmê ya li dijî gelên Tirkiyeyê nayê çareserkirin. Ev pirsgirêka mezin tenê bi muzakere û diyalogê dikare were çareserkirin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Xweza jiyan e jiyanê nekuje” bi dawî bû.