Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike

img
ŞIRNEX - Li gundê Hesena yê suryanan birîna daran berdewam dike.
 
Li gundê suryanan ê Hesana ku li quntara Çiyayê Cûdî ye û bi ser navçeya Silopiya ya Şirnexê ve ye, birîna daran a ji 27’ê tîrmehê ve ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de hatibû destpêkirin, didome.
 
Li vî gundê suryanan ku ji salên 1990'î vir ve bi hinceta "ewlehiyê" ketina wê qedexe ye û welatî bi destûr dikarin biçin gundê xwe, di dîmenên nû yên ku hatin kişandin de tê dîtin ku bi tonan dar li qadekê bi traktoran tên komkirin û piştre li kamyonan tê barkirin.