Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn

img
ŞIRNEX - Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî destûra lêgerîna petrolê ji bo 2 qadên li Sêrt-Şirnex û Rihayê da Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO).  
 
Hat zanîn ku destûr ango ruxseta lêgerîna petrolê ji bo 2 qadên li Sêrt, Şirnex û Rihayê dane Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO).  Ev destûr ji aliyê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ve bo TPAO’yê hatiye dayîn. Piştî vê destûrê dê li van qadan dest bi lêgerîna petrolê bê kirin. Biryar di rojnameya fermî ya duh de hat weşandin. 
 
Li gorî vê destûrê dê TPAO, li qada 15 hezar û 347 hektar a di navbera sînorên Sêrt û Şirnexê û li qada 5 hezar û 14 hektar a li Rihayê dest bi xebata lêgerîna petrolê bike. Dema vê ruxsetê dê heta 5 salan be. 
 
Xwezaya Şirnexê niha bi qirkirina daran û lêgerîna madenê tê tunekirin, niha jî dê 15 hezar hektar qad ji bo lêgerîna petrolê bi talankirinê re rûbirû bimîne.