Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin

img
ŞIRNEX - Baroya Şirnexê ji bo talankirina daristanên li herêmê bê sekinandin, pêşnumayên daxwaznameyan amade kir û bang li welatiyan kir ku biçin serî li Walîtiya Şirnexê û qeymeqamên navçeyan bidin. 
 
Li Herêma Besta, Çiyayê Cûdû Çiyayê Gabarê yên bi ser Şirnexê ve ji du salan zêdetir e cerdevan di çavdêriya leşkeran de daran dibirin û daristanan talan dikin. Di  van du salan de bi deh hezaran dar hatin birîn. Hem welatiyan hem jî Baroya Şirnexê ji bo birîna daran bê sekinandin, gilî kirin. Herî dawî Baroya Şirnexê bi sernavê “Banga me ya ji bo welatiyên me” metnek parve kir û ji bo sekinandina qirkirina daran bang li welatiyan kir ku biçin serî li Walîtiya Şirnexê û qeymeqamên navçeyan bidin. 
 
Baroyê ji bo daxwaznameya welatiyan ku biçin serlêdan bikin pêşnuma amade kir û dixwazin welatî bi vê daxwaznameyê biçin serlêdanan bikin. Baroya ji welatiyan xwest ku piştî daxwaznameya xwe radest bikin li ser medya civakî jî parvekirina bi hashtagiya “#ŞIRNAKTAORMANKATLIAMINIDURDUR (#TALANKIRINADARISTANÊNLIŞIRNEXÊRAWESTÎNE)” parve bikin. 
 
Welatî dikarin xwe li ser hesabên medya civakî yên Baroya Şirnexê bigihînin daxwaznameyê.