Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin

img

ŞIRNEX - Baroya Şirnexê ji bo birîna daran bê rawestanin bang kiribû, piştî banga baroyê 180 kes daxwaznameyên ku hatibûn amadekirin tije kirin û serî li walîtî û qeymaqamtiyan dan.

Nêzî 2 sal e di bin çavdêriya leşkeran de, cerdevan li herêma Besta û çiyayên Cudî û Gabarê yên Şirnexê daran qir dikin. Di nava du salên de bi deh hezaran dar hatin birîn û ji bo firotinê ji Riha, Dîlok û Mereşê re hatin şandin. Saziyên sivîl, saziyên pîşeyî û welatî ji bo dawî li birîna daran were gelek caran bang kirin. 
 
SERLÊDAN ZÊDÊ DIBIN
 
Herî dawî Baroya Şirnexê bi navê “Ji welatiyên me re bang” daxwaznameyek parve kir û ji welatiyan xwest ku ji bo qirkirina daran bê rawestandin serî li Walîtiya Şirnexê û qeymeqamtiyan bidin. Piştî vê bangê ji 180 welatiyan zêdetir ên ji Şirnex, Cizîr û Silopiyayê ji bo qirkirina daran bê rawestandin, bi daxwaznameyan serî li Walîtî û qeymeqamtiyan dan. 
 
Piştî banga Baroyê, tevî ku 2 roj derbas bûne, ji Şirnexê 150, ji Silopiyayê ji 20'an zêdetir, ji Cizîrê jî ji 10’an zêdetir kesan bi daxwaznameyan serî li qeymeqamtî û Walitiyê dan. 
 
BI RIYA POSTAYÊ SERÎ LÊDAN 
 
Welatiyê bi navê Mûhammed Darga, daxwaznameya ku amade kiriye xwest teslîmî Qeymaqamtiya Cizîrê bike. Lê rayedarên qeymeqamtiyê destnîşan kirin ku ew ê serlêdanê negirin û Darga arasteyî Walîtiya Şirnexê kirin. Li ser vê yekê Darga daxwaznameya ku amade kiribû, bi riya postayê ji Walîtiya Şirnexê re şand. 
 
Li aliyê din Baroya Şirnexê ji bo ku welatî daxwaznameyan îmze bikin û ji Walîtî û qeymaqemtiyan re bişînin banga xwe dûbare kir.