Daristanên Amedê tên qirkirin!

img
 
 
AMED – Daristanên di navbera Licê û Hezroyê de bi rojan in tên qirkirin. Ev qirkirin di dîmenên hatine girtin de pir eşkere xuya dike. 
 
Di navbera gundê Mişrif ê navçeya Licê û gundê Helhel ê navçeya Hezroyê ya Amedê de bi sedan dar hatine birîn. Darên hatine birîn li cihekî hatine komkirin. Welatiyekî ev qirkirin bi kameraya telefona xwe tomar kiriye. Di dîmenên hatine girtin de gelek darên hatine birîn eşkere xuya dikin. 
 
Nehat hînbûn ku bê kî ev qas dar birîne. Lê li gorî çavkaniyên herêmî yên ev dar birîne ji derveyî bajêr hatine.