Şewata li quntara Amanosê derketî didome

img
OSMANIYE - Şewata daristanê ya li herêma Aglar a li gundê Yeşîldere yê quntara Çiyayê Amanosê derketiye berdewam dike. 
 
Li Osmaniyeyê li herêma Aglar a li gundê Yeşîldere yê quntara Çiyayê Amanosê duh saet 13.00’an de ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Li ser îxbara welatiyên ku şewat ferq kir gelek tîmên agirkujiyê û arazoz sewqî herêm hatin kirin. Ji ber şewat li erdekî asê derketiye tîman nekarî ji bejahiyê mudaxile bikin. Ji ber vê yekê helîkopteran bi hewayî ve dest bi mudaxileyê kirin. Mudaxileya şewatê ku duh bi şev navber dabûnê, îro di saetên serê sibê de jinûve dest pê kir. 
 
Şewat bandora xwe didomîne.