Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin

img
OSMANIYE - Li daristana quntarê Çiyayê Amanosê ku li Osmaniyeyê ye şewat derketibû û şewat hat kontrolkirin. 
 
Di 23’yê cotmehê de ji ber birûskê, li çoltarê gundê Yeşîldere yê li quntarê Çiyayê Amanos ê Osmaniyeyê şewat derketibû. Şewata li daristanê hat kontrolkirin. Hat zanîn ku şewat, piştî destwerdana ji hewa û bejahî ya komên agirkujiyê ve hatiye kontrolkirin. Xebatên sarkirina qadê didomin. s