‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’

img
AMED -  Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdê Zanîngeha Dîcleyê bi qurbanî rantê tê kirin û wiha got: “Sûcên di asta qirkirinê de tên kirin. Divê ev yek bê cezakirin.” 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê, tekildarî vekirina erdên Zanîngeha Dîcleyê ji îmarê re daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya Odeya Endezyarên Înşaetê hat dayîn û pankarta “Em ê zanîngeha xwe bi qurbanî rantê nekin” hatibû vekirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û gelek rêveberên sendîkayan jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
 ‘DÊ DAR BÊN TUNEKIRIN’ 
 
Ji ewil Hevseroka Şaxa Odeya Plangerên Bajar a Amedê Berîvan Guneş axivî û qala projeyên ji bo qada zanîngehê û planan kir. Guneş, diyar kir ku dê qad li ser erdekê bi qasî 2 hezar û 7 doniman bê çêkirin û wiha got: “Ev qad dane ber firotinê. Heke wiha bidome dê tevahiya qadên zanîngehê bên tunekirin. Hatiye teşhîskirin ku heke ev talan bidome dê hevsengiya ekolojiyê û erd xera bibe. Mîna pratîkên qeyûm, di vê projeyê de jî rêxistinên civaka sivîl nehatin bicihkirin. Qadeke ku darên nêzî 25 sal in li wir ji talanê re vekirin. Ev xebat, ne li gorî rêgezên parastina hevsengiya xwezayê ye. Hincetên wan zanistî nînin û ji bo berjewendiyên aboriyê van qadan li ber rantê vedikin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê rantê bidome û dê karûbarên hiqûqî yên pêwîst jî bikin.” 
 
‘ZANÎNGEH DIJMINATIYA ŞÎNKATIYÊ DIKE’
 
Piştre jî Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay pêşkeşiya xwe kir û wiha got: “Min 23 salan li Zanîngeha Dîcleyê akademîsyenî kir û bûm şahidê gelek bûyerên biêş. Zanîngeha Dîcleyê, dijminatiya şînkatiyê dike. Gihayên herî biçûk ên li derdorê jî tune dikin. Li qada ji bo qursên Qur’anê, qulûbên sporê û siyasetmedaran hatin vekirin tenê darek jî name ye. Hemû darên Daristanên Bereketê yên Emîne Erdogan hişk bûn. Tevahiya projeyên ji bo rantê ne. Tevek jî bi qurbanî rantê kirin. Şêniyên gundan qadên zanîngehê kirê dikin. Ji ber pratîkên xelet ên çandiniyê jî her tişt hişk kirin. Hêj niha jî darên çamê hişk dibin û kesek tiştekî nake. Ji ewilî diçînin, wêneyan li ber dikişînin, reklamê xwe pê dikin û piştre lê nanihêrin bê ka çi pê bûye. Daran dibirin û dişînin lê nabe rojev. Di nîverasta qada çandiniyê stadyum hat çêkirin. Ji qadên zanîngehê zêdetir, qadên dagirkeriyê hene. Navê vê jî qirkirina ekolojiyê ye. Divê weke sûcekî qirkirinê di qanûnan de were bicihkirin û cezayên pêwîst werin dayîn.” 
 
JI BO BETALKIRINÊ DÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIDOME
 
Ji Baroya Amedê Kivanç Yakut jî got qadên ku rola pişika bajar dilîzin bi qurbanî rantê tên kirin û wiha bi dawî kir: “Ev yek li dijî hiqûqê ye. Di Makeqanûnê de jiyana li hawirdoreke paqij weke mafê jiyanê hatiye mîsogerkirin. Lê li vir rewşeke berevajî vê rû dide. Ji bo betalkirina vê projeyê em ê pêvajoya hiqûqî bidomînin.”