Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin

img
HATAY - Endama Platforma Ekolojiyê ya Hatayê Fernûr Bahçecî diyar kir ku rêziknameya asbestê hatiye paşguhkirin û 18 jê fermî bi giştî li 22 qadên çandinî, jiyan û qadên zindiyên endemîk kavil tên xalîkirin. 
 
Li Hatayê kamyon bi servekirî xirbeyan vediguhêzin û ji ber vê yekê bajar di bin tozê de ma ye. Kavilên avahiyan li qadên jiyanê, deverên çandiniyê û li herêmên Weke Qada Çûkan a Miheylayê tên xalîkirin. Li navçeyên Îskenderûn, Belen, Samandag, Defne, Antakya û Yayladagiyê bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) Rêziknameya Asbestê tê binpêkirin û xirbe tên valakirin. Li dijî vê yekê, welatiyên bajar, ekolojîst û pisporên asbestê li ber xwe didin, bi gel re civînan li dar dixin û hewl didin di vê mijarê de xelkê bajar serbigihînin. 
 
'BI ASBESTÊ RE KARESATA DUYEMÎN DERKET HOLÊ’
 
Ji endamên Platforma Ekolojiyê ya Hatayê Fernûr Bahçecî ku ji destpêka erdhejê heta niha li bajar têdikoşe, diyar kir ku 4 bajar ji erdhejê bibandor bûn û wiha got: “Gelemperiya avahiyên hilweşiyayîn, avahiyên beriya sala 2010’an hatine çêkirin bûn. Heta vê dîrokê jî di avahiyan de asbest hatiye bikaranîn. Di sala 2011’an de jî hate qedexekirin. Sedema vê jî ew e ku rê li ber penceşêrê vedike. Li gel bandorên hawirdorî, her wiha bandorên vegûherîna bajar û hilweşînan jî mezin bûn. Lewma tişta ku em jê re dibêjin karesata duyemîn anku bi asbestê re derket holê.” 
 
'85 HEZAR TOKSÎN’
 
Bahçecî axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka avahiyên hilweşiyayîn tenê asbest nîne. Her wiha zêdetirî 85 hezar toksînên kîmyewî hene. Piştî erhejê 4 qadên xirbe lê tên xalîlkirin hebûn û ev der jî nêzî qadên jiyanê ne. Niha li seranserî Hatayê 18 jê fermî bi giştî 22 qadên ku xirbe lê tên xalîkirin hene. Qada Mîheylayê bi çalak tê bikaranîn. Ew xirbe, xetereyeke mezin li ser jiyana zindiyên endemîk ên li wir çêdike. Xebat niha hatine sekinandin û kirariyên jihevcudakirinê didomin. Ev mijar tenê bi asbestê bisînor nîne. Dermanxane hilweşiyan û dermanên kîmyewî, beravêtiyên tibbî û hwd. tevî axê û avên binerd dibin. Li deverên çandiniyê ev toksîn derbasî fêkî û zebzeyan dibin. Dema em van dixwin jî bandora wê dê li me bibe. 
 
Xebatên rakirina kavilan û jêgirtina hesinan bi lez û bez dikin. Divê ev xebatên jêgirtinê li gorî qanûnan bên kirin. Divê qadên depokirinê li gorî mewzûatê bin, li wir bên berterefkirin û ji bo vê jî tevdîrên tenduristiyê bên girtin. Me têkildarî xirbeyan serlêdanên sûc ên pêwîst kirine. Xirbeyan li qadên zeytîn û çandiniyê vala dikin û jihevcuda dikin. Divê gel piştgiriyê bide me û em li dijî vê têbikoşin. Hejmara me çiqas zêde be em ê dengê xwe bêhtir bidin bihîstin.” 
 
MA / Mujdat Can