Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor ajansa meteorolojiyê ya neteweyî ya Spanyayê, li welêt tu sal bi qasî bihara îsal ne germ bûye. 

 
Aemet’ê ku danasîna rapora xwe ya têkildarê germahiya dinyayê kir, ragihand ku ji sala 1961’ê ve bihara tu salê wekî ya îsal germ nebûye.
 
Ji 1’ê Adarê heya 31’ê Gulanê, navinca germahiyê ya sê mehan 14,2 bûye û 1,8 pile bi ser rewşa hewayê ya asayî ketiye. Li Spanyayê bihara sala 2023’yan, di heman demê de bû demsala duyemîn a herî hişk a heta niha
 
Ji ber germahî û hewaya hişk a ji hêla Afrîkaya Bakur ve, dawiya meha Nîsanê Spanya gelek germ bû. Lê bi 38,8 pileyan germahiyeke din hat tomarkirin.
 
World Weather Attrîbûtîon (WWA) ku toreke zanyaran a global e, di meha Gulanê de lêkolîneke xwe weşand. Di lêkolînê de ev tişt hat tomarkirin: “Ger avhewa neguheriyana, dê hewa ew qas zêde germ nebûya.”
 
Her wiha li gor NY’yê jî, dibe ku ji sedî 75’ê Spanyayê bibe çolistan.