AMED - Bi daxwaza betalkirina rapora ÇED’ê ya ku destûrê dide li ser Çemê Zorê HES were çêkirin, serlêdan hatibû kirin. Piştî redkirina serlêdanê, îcar jî serî li AYM’ê hate dayin.
Serokatiya Daîreya 4’an a Dadgeha Kargêrî ya Bilind, biryara xwe ya têkildarî projeya Kanên Kelûmelan a Metîn Hes (Bendava Kayserê) ku tê plankirin ji hêla Şîrketa Hilberandina Enerjiyê ya Mayayê ve li ser Çemê Zorê yê di Tejaneya Dîcleyê ku navçeya Sasonê ya Êlihê û navçeya Pasûrê ya Amedê jî digire nav xwe, da. Komîsyona Hawîrdor û Hiqûqa Bajar a Baroya Amedê, ji bo betalkirina rapora “Nirxandina Bandora Hawîrdorî (ÇED) erenî ye” ya ji hêla 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê ve hatibû dayin serlêdan kir. Ev serlêdan, ji hêla dadgehê ve hate redkirin.
Dadgeha Kargerî ya Bilind, di rapora xwe de destnîşan kir biryar bi piraniya dengan hatiye dayin û biryara dagdeha herêmî hatiye erêkirin. Di hinceta biryarê de hate îdiakirin ku biryar li gorî usûl û hiqûqê ye û sedemên temyîzê yên di daxwaznameyê de hatine destnîşankirin ji bo betalkirina biryarê têr nakin.
SERÎ LI AYM’Ê DAN
Komîsyona Bajar û Hawîrdorê ya Baroya Amedê, li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Di serlêdanê de hate destnîşankirin biryara Dadgeha Îdare ya 3’yemîn a Amedê ku derfetê dide raporeke nû ya ÇED’ê ya serbixwe heye û divê biryara “ÇED erenî ye” bêyî hewcehî bi lêkolînê hebe yekser bê betalkirin. Hat destnîşankirin ku li holê raporeke ÇED’ê ya ku nikare were revîzekirin û di heman astê de “seqet” heye û rapora pisporan û nirxandina dadgehê jî di heman astê de “seqet” e. Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara dadgeha herêmî ji holê were rakirin û projeya behsa xeberê were betalkirin.
Serokê Komîsyona Hawîrdor û Hiqûqa Bajar a Baroya Amedê Ahmet Înan, têkildarî serlêdanê axivî. Înan, diyar kir ku ji zêdetirî 10 gundan ava vexwarinê û ya avdanî û sewalkariyê ji Çemê Zorê pêşwazî dikin û masî, guz û çîlekên Sasonê li Tirkiyeyê hatine tescîlkirin û xwezayeke nûwaze ye. Înan, got ku bi vê projeyê tê xwestin ku ev herêm were tunekirin.
ŞANDEYA PISPORAN HATE GUHERTIN
Înan, got ku beriya niha carekê doz hatibû vekirin û di wê dozê de hatibû belgekirin ku bi projeyê re dê hemû xweşikiyên xwezayî yên vê herêmê bên tunekirin û bi vê boneyê proje hatibû betalkirin. Înan, got: “Niha jî bi nasnekirina vê biryarê re projeya bendavê revîze dikin. Piştre dîsa doz hate vekirin û pisporan got ku dê qadên jiyanê bên tunekirin. Lêbelê ev şandeya pisporan guherandin. Şandeya nû li gorî daxwaza şîrketê biryar da û dadgehê jî ew biryar nas kir. Wan kesên pispor, di rapora xwe de cih dan gelek xeletiyan jî. Lê dadgeh weke ku parêzerê şîrketê be tevgeriya, got ‘ev gelek girîng nîne’ û rapor tune hesiband. Divê darazê weke amûra qezencên şîrketan bi kar neyînin. Darazê, bêalîtiya xwe winda kir. Di serlêdana xwe ya bo AYM’ê de me got ku gelek xeletî di rapora ÇED’ê de hene û nirxandina bandora kumulatîf nehatiye krin. Ji ber ku li pêşiya Çemê Zorê Bendava Farqînê tê çêkirin. Heke Bendava Farqînê biqede dê weke qada xwezayî tenê herêma Zorê bimîne.”
‘DÊ TEKOŞÎNA ME BIDOME’
Înan, got ku di esasê xwe de projeya bendavê ya Çemê Zorê hatibû betalkirin û şîrketê nedikariya revîze bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku di revîzekirinê de dibêje ‘tenê deriyên bendavê xelet hatine hesabkirin.’ Lê di biryara betalkirinê ya berê de digot ku rapora ÇED’ê bi temamî xelet e û ne li gorî qadê ye. Lewma nikarin revîze bikin. Divê ÇED jinûve were girtin. Ji ber ku wegirtina ÇED’ê salan dixwaze, serî li hîleyekî wiha dan. Dê têkoşîna me ya li dijî talana tê xwestin li Zorê û qadên din were kirin, bidome.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel