ŞIRNEX - Di 13 salên dawî de li Şirnexê ji bo lêgerîna madenan 724 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin. Balkêş e ku ji van serlêdanan jê 408 tenê di 3 salên dawî de hatine kirin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram got: "Divê dev ji nêzîkatiya talanker berdin."
Li Kurdistanê ku bi salan e xwezaya wê bi şer û pevçûnan tê texrîbkirin, di salên dawî de xebatên lêgerîna madenan ev wêrankarî gihandiye asta herî jor. Şirnex û navçeyên wê di nava cihên ku herî zêde eko-qirim lê pêk tê de ne. Hejmarên ku derketine holê, nîşan didin ku di sala yekem a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev qirkirina ekolojîk ranewestiyaye. Li gorî daneyên pergala Pergala Rêveberiya Pêvajoya ÇED'ê ya Elektronik (E-ÇED) ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, li Şirnex û navçeyên wê di navbera salên 2025-2026’an de 158 serlêdanên ÇED’ê hatine kirin. Hejmara serlêdanên sala borî 113 bû. Balkêş e ku serlêdanên sala 2025'an bi tenê, ji serlêdanên di navbera salên 2014 û 2019’an (140 serlêdan) zêdetir e. Di 13 salan de (2014-2026) li bajêr bi giştî 724 serlêdan hatine kirin û 408 ji wan di 3 salên dawî de ne.
Ji 158 serlêdanên sala dawî; ji bo 52'yan biryara "ÇED ne pêwîst e" û "ÇED erênî" hat dayîn, ji bo 55'an pêvajo hat destpêkirin. Herwiha ji bo 29'an biryara civîna Komîsyona Lêkolîn û Nirxandinê (ÎDK) û ji bo 16'an jî biryara civîna bi beşdariya gel hat dayîn. 6 serlêdan jî hatin betalkirin. Di serlêdanan de navenda Şirnexê bi 61 serlêdanan di rêza yekem de ye; piştre Silopiya (36), Hezex (30), Cizîr (21), Qileban (7), Elkê (5) û Basa (5) tên.
Di nava sektorên serlêdan kirine de sektorên enerjî, petrol, xaza xwezayî, maden û Santralên Enerjiya Rojê (GES) derketin pêş. Herî zêde bi 62 serlêdanan sektora madenê û ji bo GES'ê 54 serlêdanan hatine kirin.
'DIVÊ DEV JI NÊZÎKATIYA TALANKER BERDIN'
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram diyar kir ku ev eko-qirima li Şirnexê di raporên ÇED’ê de xuya dike û wiha got: "Ev rapor wekî 'îstîxdam û geşepêdana aborî' pêşkêşî raya giştî têne kirin. Ev rewş talanê rewa dike û mekanîzmayên îtîrazê ji holê radike. Em dibêjin ku bi van raporan xwezaya Şirnexê pêşkêşî sermayeyê û polîtîkayên ewlehiyê tê kirin. Bi vê nêzîkatiya serdest, dê hinek dewlemendiya xwe zêde bikin, lê dê qadên jiyanê yên gel were talankirin û keda wan were îstismarkirin. Em dizanin ku di van raporan de lêkolîneke zanistî ya li gorî hewcedariya gel tune ye. Divê tavilê dev ji vê talankariyê berdin."
'RAPORÊN ÇED’Ê NE ZANISTÎ NE'
Şenbayram destnîşan kir ku bi destê wezaretê li Şirnexê eko-qirkitin tê kirin û wiha pê de çû: "Bi van raporên ku ne zanistî ne, her roj bi hezaran dar tên birîn. Bi van polîtîkayan çavkaniyên debarê yên mirovan ji destê wan tê girtin, gelek herêm tên bêmirovkirin. Ji ber madenan çavkaniyên avê diçikin, sewalkarî û çandinî têk diçe. Mînak; ji ber madenên komirê hewaya Şirnexê bûye hewaya herî qirêj a Tirkiyeyê. Li Silopiyê jî ji ber Santrala Termîk nexweşiyên penceşêrê gelek zêde bûne."
'AŞTÎ BI XWEZAYÊ RE PÊKAN E'
Şenbayram bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber xebatên petrolê gundên li derdora Çiyayê Gabarê neçar dimînin ku koç bikin û nikanin bigihîjin ava paqij. Aştî û demokratîkbûn bi jin, ciwan, karker, dar, av û ajalan re, bi xwezayê re pêkan e. Em dibînin ku li Botanê û Kurdistanê bi vê pêvajoyê re talana xwezayê, birîna daran û çêkirina bendavan zêde bûye. Tiştê ku me ditirsîne ew e ku di pêvajoyên aştiyê de xweza pêşkêşî komên sermayeyê, cerdevan û eşîran were kirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin, divê aştî bi xwezayê re jî were kirin."
'EM Ê BI KOMUNAN HILBERÎNÊ XURT BIKIN'
Şenbayram bi bîr xist ku rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê di sala 2025'an de li dijî qirkirina ekolojîk karên girîng kirine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li Botanê li dijî birîna daran û madenan me gelek meş û çalakiyên nobedê pêk anîn. Meşa Bestayê û nobata li wir çalakiyekî pir xurt bû. Piştî wê nobedê me bi hezaran berû çand. Bi vê kampanyayê û bi dirûşma em ê li dijî polîtîkayên tunekirinê jiyanê ji nû ve şîn bikin xebatên xurt derketin holê. Ji niha û pê ve, em hedef dikin ku aştiya bi xwezayê re derxin pêş, xwezayê ji hişmendiya çavkaniyekê bêsînor rizgar bikin û bi rêya komunan hilberînê xurt bikin."
MA / Emrullah Acar