Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Amed û Êlih jî di nav de ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewa ya 10’ê Sibatê aşkera kir. Midûriyetê, ji bo bajarên Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê hişyariya barîna zêde, ji bo bajarên Sêwas, Erzirom, Qers, Meletî û Wanê jî hişyariya şilope û berfê kir. Midûriyetê, da zanîn ku li rojhilatê Herêma Serhedê li bendê ne ku berf bibare û li bajarên Erzirom, Agirî, Bedlîsi, Dêrsim, Çewlig, Mûş, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Sêrt û Mereşê jî berf û barînên zêde bibarin. 
 
BAJARÊN JI BO WAN BI KODA ZER HIŞYARÎ HATE KIRIN 
 
Midûriyetê ji ber barînan bi koda zer hişyarî da gelên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Erzirom, Mûş, Sêrt, Dêrsim û Êlihê.