AMED – Li hewza Kasorê ku bi xweşikbûna xwe ya xwezayî tê nasîn û avê dide 60 gund û mezrayên Pasûrê, destûra ji bo lêgerîna madenê hat dayîn. Baroya Amedê ji bo betalkirina destûrnameyê serî li darazê da.
Hewza Kasorê ya gundê Kuyê yê Pasûr a Amedê, bi gefa lêgerîna madenê re rû bi rû ye. Li herêma ku pêdiviya avê ya 60 gund û mezrayan dabîn dike, Şîrkeya Kiliç Kardeşlerê ji bo lêgerîna zêr, sifir û hesin proje amade kir. Rapora ÇED'ê bi erênî hat dayîn û tê payin şîrket li herêmê dest bi xebatên lêgerînê bike. Serokê Komîsyona Hairdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan, bilêv kir ku li ser serlêdana gundiyan ji bo betalkirina projeyê doz vekirine.
Înan destnîşan kir ku xwezaya Pasûrê di hedefa polîtîkayên talanker de ye û got ku hewza Kasorê di sînorê Mûş-Çewligê de ye û çavkaniyeke sereke ya avê ya herêmê ye. Înan bilêv kir ku ev hewza pêdiviya avê ya DÎSKÎ'yê bi temamî dabîn dike û li Pasûrê nêzî 60 gund û mezra ji vir sûdê digirin.
Înan da zanîn ku qada projeyê di heman demê de qada çêrandinê ye jî û got ku ava ku gundî ji bo vexwarinê û heywanên xwe bi kar tînin jî ji vê hewzê dabîn dikin. Înan destnîşan kir ku gundî li dijî vê projeyê ne û got ku destûrdsayîna projeyeke bi vî rengî xetereyeke mezin e.
Înan da zanîn ku nû doz vekirine û got ku tê payin di mehên pêş de keşfê bikin.
MA / Fethî Balaman