MÛŞ - Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”
Bi talana ekolojîk a li Kurdistanê re av tên qirêjîkirin, daristan tên rûxandin û çêregeh tên xespkirin. Yek ji çavkaniyên avê yên girîng a Herêma Serhedê jî Çemê Mûradê ye ku niha bi gefa projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) rû bi rû ye. Koza Holdînê, piştî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) li qadeke biqasî 470 hektaran a li gundê Meleqerê yê navçeya Giyadîn a Agiriyê ye û di naverasta baskên Çemê Mûradê de ye, xebatên lêgerîna madenê hatin destpêkirin. Şîrketa madenê, gelek caran ji ber bikaranîna siyanûrê di rojevê de ye. Tê gotin ku di vê xebata lêgerîna madena zêr de jî siyanûr tê bikaranîn û xetere heye ku ev siyanûr tevî Çemê Mûradê bibe.
Gefa din a li ser Çemê Mûradê jî, projeya JES’ê ya ku tê payin di nava sînorên gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê were çêkirin û dê bandorê li herî kêm 16 gundan bike. Xetere heye ku madeyên kîmyewî tevî ava Çemê Mûradê bibin. Gelek tejaneyên avê yên weke Derê Mengelî, Derê Civarka, Derê Çorî, Derê Goşkarbavayê ku ji gundên dê bikevin nava projeyê derbas dibin, tevî ava Çemê Mûradê dibin. Jehrîbûna Çemê Mûradê dê li ser tenduristiya gel jî xetereyeke mezin çêbike.
Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçay têkildarî xebatên lêgerîna madena zêr a bi siyanûrê û projeya JES’ê ya li Gimgimê axivî.
Întîzar Guzelçayê diyar kir ku ji bo sewalkariyê vegeriyaye Gimgimê û got: “Lê ji ber lêgerîna madena zêr a li Agiriyê û projeya JES’ê ya li Gimgimê fikarên me hene. Di nava ava germ a bi projeyên JES’ê ji bin erdê tê derxistin de mînarel hene. Di nava van de mînarela borê heye. Ev mînarel divê ji bo gihayan bê bikaranîn. Di vir de ji hêla zanistî ve tiştekî wiha heye; heke bor ji rêjeya hewce bêhtir bê bikaranîn, ev dike ku giha avê winda bike. Bor, di nava axê de kom dibe û dibe kevir. Lewma potansiyela gihayan a kişandina avê ji axê kêm dibe. Ev jî di nava gihayan rê li ber wêraniyê vedike. Ev jî dê bandoreke neyînî li ser hilberîna sewalkariyê û ekosîstemê bike. Siyanûr jî ji bo çandiniyê gefeke mezin e. Çemê Mûradê li herêmeke berfireh e û dê tejaneyeke berfireh jê bandor bibe.”
'DIVÊ PROJE PÊK NEYÊ’
Bi domdarî Întîzar Guzelçayê anî ziman ku bi jehrîbûna Çemê Mûradê re dê gefeke mezin li ser tenduristiya gel çêbibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şîrketa xwedî projeya JES’ê, îdia dike ku dê proje bi rêbaza reenjeksiyonê ya ‘dosta hawirdorê’ bê kirin. Di nava şileya herikbar a reenjeksiyonê ku ji binê erdê tê derxistin de metalên giran hene. Dema ev hate bikaranîn, divê dîsa bişînin binê erdê. Divê dîsa bên enjektekirin. Şîrket dibêje ew ê vê bikin. Lê ji bo herêma me xwedî rîskeke wiha ye; li herêma me gelek xetên fayê hene. Dema ava tê derxistin dîsa binerd bikin, ev dê bike ku xetên fayê bikevin nava tevgerê. Dê bandorê li rîska erdhejê ya li vê derê bike. Heke ev proje çêbibe dê bandoreke pir neyînî li ser hawirdora vê derê bike. Her wiha divê têkildarî siyanûra li tejaneya Çemê Mûradê jê re derbas dibe rapor bê amadekirin. Xebatên bi vî rengî yên Koza Holdîngê hene û me encamên wê yên neyînî dît. Dê ji bo me jî heman encaman bi xwe re bîne. Li gorî min divê ev proje teqez pêk neyê.”
'LI HERÊMÊ POTANSIYELA ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ HEYE’
Întîzar Guzelçayê diyar kir ku weke keseka ciwan ji teşwîqa di qada sewalkariyê de sûd girtiye û got: “Projeyên zirarê didin hawirdorê nayên qebûlkirin. Hewceye ev proje bên astengkirin. Li vir bi rastî potansiyelek heye. Ez girîngiyê didim hawirdorê. Çandekî me ya pir xweşik heye. Naxwazim zirar bigihije vê çandê."