Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin 2022-05-24 09:10:37 COLEMÊRG - Hevserokê ÎHD'a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin got, ew ê kesên ku gef lê xwarine tim nerihet bike.  Kesekî di 15'ê Gulanê de telefonî Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Coelemêrgê Yûsûf Çobanoglû kiribû û gotibû: "Em ê te û yên wekî te ji holê rakin. Em ê elemanên rêxistinê yên wekî te berhev bikin. Navê te ji navendê ragihandin, hindik ma."    Gelek derdoran bertek nîşanî vê gefê dan. Çobanoglû ji bo kiryar bên dîtin û pêvajoya hiqûqî bê birêvebirin serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê da û xwest kesên gef lê xwarine bên cezakirin.    Çobanoglû anî ziman ku kesên telefonî wî kiriye bi sewteke "mafyayî" gef lê xwarine û got, xwest kiryar rojek berî rojekê bên dîtin û darizandin. Çobanoglû bilêv kir ku Waliyê Colemêrgê wekî waliyê salê hatiye bijartin û got: "Ev gef, li hemû parêzvanên mafan hatiye xwarin. Gelo dê walî ji bo van gefxwarinan çi bike, em bi meraq li bendê ne. Hêvîdar im wekî yên din nebe kiryar nediyar. Ger kiryar neyên dîtin û neyên cezakirin dê ev gefên bi mirinê bidomin."    ‘CIVAKA DEMOKRATÎK JI HOLÊ TÊ RAKIRIN'   Çobanoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava gelek saziyan de hêzên paramîlîter hene û ev hêz cesaretê ji "polîtîkaya bêcezatiyê" digirin û gefên bi vî awayî dixwin. Çobanoglû destnîşan kir ku ew ne ehlê tahdeyê ne û dixwazin ev neheqî bi rêyên hiqûqî bên cezakirin. Çobanoglû di dewama axaftina xwe de wiha axivî: "Em dixwazin civak bi awayekî ewle bijî. Em dixwazin her kes di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de xwe îfade bike. Mixabin gava em zimanê aştiyê û mafê mirovan diparêzin bi mirinê gef li me tên xwarin. Em bang li van derdorên gefxur dikin; em ê tim zimanê aştiyê, li dijî îşkenceyê rûmeta mirovan biparêzin. Ne ez ne jî hevalên min dê tu carî serî li ber van gefan nexwin. Em dixwazin di civakeke demokratîk de bijîn, lê bi gefên bi vî rengî civaka demokratîk ji holê tê rakirin."    ‘LI PARÊZVANÊN MAFAN HATIYE XWARIN'   Çobanoglû anî ziman ku ji ber xebatên wan ên li dijî binpêkirinên mafan gef li wan hatine xwarin û wiha got: "Saleke ez bi awayekî çalak di bin banê ÎHD'ê de xebitim. Heya niha bi vî awayî gef li min nehatibûn xwarin û bi mirinê gef li min nehatibû xwarin. Li bajêr tu hisûmetek min ne bi muwekîlekî/ê re ne jî bi kesekî/e din re heye. Ez ê ku heya niha qet gef li min nehatibûn xwarin, ji ber ku parêzvaniya mafên mirovan dikim gef li min hat xwarin. Em li vî bajarî li hemberî binpêkirinên mafan ên di warê hawirdor, mulkiyet, mafê jiyanê û îşkenceyê de têdikoşin. Dibe ku ev kes ji ber van xebatên me nerihet bûbin. Me gelek caran feraseta rantxur, bûyerên mirinê û bûyerên mafên jiyanê binpê dikin bi raya giştî re parvekirin. Dibe ku ev kes ji ber vê nerihet bûbin. Ez wisa difikirim ku ev gef ji ber vê hatiye xwarin. Ev gef di şexsê min de li hemû parêzvanên mafên mirovan hatiye xwarin."    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'   Çobanoglû destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dîrokên cuda de gelek parêzvanên mafên mirovan bi êrişan re rû bi rû mane û wiha pêde çû: "Lê divê em van gefan û êrişan bi rêyên hiqûqê berteref bikin. Ger em di vî warî de ne xwedî biryar bin mixabin dibe ku di pêş de em bi bûyerên êşbar re rû bi rû bimînin. Em natirsin, em ê tu carî ji aştiyeke birûmet û jiyaneke birûmet tawiz nedin û paş de gav neavêjin. Dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin, lê gava em xebatên xwe dikin em xwe didin ber her barî. Em ê derdorên bi vî rengî tim nerihet bikin û em ê tu carî dev ji parêzvaniya mafên mirovan bernedin."    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN'   Çobanoglû anî ziman ku di dema AKP-MHP'ê de binpêkirinên mafan her diçin zêdetir dibin û got: "Di warê hikûmetê de halê me ne tu hal e. Ger ji hezar payên bûyerên li Tirkiyeyê parek tenê jê li dewletên din biqewimiyana dê hikûmet îstifa bikirana. Lê mixabin li cem me tiştekî wiha tune ye. Gava mirov li daraza sedsalaî ya komarê, li siyaseta wê û partîkên hikûmetên wê mêze dike dibîne ku rêza ji bo nêrînên din qet tune ye. Karneya mafên mirovan Tirkiyeyê qet nebûye karneyek baş. Binpêkirinên mafan zêde dibin. Gava em li rapor û dosyeyên DMME'yê mêze dikin, li cîhanê herî zêde Tirkiye û Rûsyayê maf û PMME'yê binpê kirine."