Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê 2022-05-24 10:26:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên serdest vîna êzdiyan tune dihesibînin û bi “Peymana Şengalê” dixwazin artêş û rêveberiyek nû ava bikin û ev hêz dixwazin xwe bigihînin çavkaniyên binê erdê û armanc dikin ku pêşkêşî bazara dinyayê bikin.    DAIŞ’ê piştî Sûriyeyê di 8’ê Hezîrana 2014’an de êrişî Mûsûlê kir û ew herêma jê re Nînova tê gotin dagir kir. DAIŞ’ê hem li Iraqê hem jî li Sûriyê gelek axa bi xêr û ber ku hem li ser axê û hem li bin erdê dewlemend e desteser kiribû. DAIŞ’a hov di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişên giran bir ser navend û warê qedîm ên êzdiyan Şengalê. Bi destpêkirina êrişan re hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê ji Şengal û derûdora wê reviyan û civaka êzdî bi tenê û li dijî êrişên hovane yên DAIŞ’ê bêparastin hiştin. Di êrişên bêserûber ên DAIŞ’ê de 5 hezar jinên êzdî hatin qetilkirin, nêzî 10 hezar kes bi tevî jin û zarokan ve revandin. Bi sed hezaran welatiyên êzdî neçar man ji ser mal û milkên xwe koç bikin û ketin ser rêya pênaberiyê. Êzdiyan van êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê wek Fermana 74’emîn bi nav kir.    YEKÎNEYÊN XWEPARASTINÊ    Bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê re hêzên HPG, YJA-STAR’ê, YPG’ê û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û gihîştin hawara êzdiyan. Van hêzan xwe gihand sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê û korîdora rizgarkirinê ji Çiyayê Şengalê ber bi Rojava ve vekirin. Bi sed hezaran êzdî di vê korîdorê de birin cihên bi ewle û wan ji qetlîamê rizgar kirin. Hê di 2014’an de êrişan berdewam dikir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat damezrandin. Pişt re jî Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzdîxanê hat avakirin. Bi vê terza artêşbûnê re di dîrokê de cara yekem bû ku êzdiyan hêzên xweparastinê ava kirin. Ev hêz bi awayên kordîneyî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan.    XWESERIYA DEMOKRATÎK    Di rojên giran ên ku hê êriş li ser Şengalê berdewam dikirin, di 14’ê Çileya 2015’an de bi vîna civaka êzdî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) damezrandina xwe ji cîhanê re ragihand. Piştî ragihandina Meclisa Xweser di 14’ê Mijdara 2015’an de hêzên kurdan Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar û paqij kirin. Xelkê li Şengalê ji nû ve dest bi pêvajoya avakirinê kir. Ewilî malên xwe, kolanên xwe û qadên jiyanê ava kirin. Dûre êzdiyan di warê ewlehî, çadn, parastin, aborî, dîplomasî û polîtîkayê de xwe bi rêxistin kirin û li dijî cure êrişan bi xwe bi xwe hêza xwe ava kirin û xwe parastin. Li ser vê yekê HPG’ê di 1’ê Nîsana 2018’an de daxuyanî da û ragihand ku êdî Şengal azad bûye û êdî dê parastina wir ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê ve bê kirin û hêzên xwe ji wir vekişand.    PDK’Ê XWESERIYÊ NAS NEKIR    Hêzên PDK’ê ku di kêliya DAIŞ’ê êrişî Şengalê dikir xwe diavêtin qaseyên kamyon û kamyonetan direviyan, bi hezaran êzdî bi qetlîamê re rûbirÛ hiştin. Roja ku Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li serê Çiyayê Şengalê daxuyanî da û vê îdiayê kiribû: “Pêşmergeyan Şengalê rizgar kir. Ji bilî pêşmergeyan tu hêz tev li operasyonê nebû.” Berê axa Şengalê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de cihek bi nîqaş bû. Piştî Xweserî li Şengalê hat ragihandin, Barzanî ji bo ku hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê bike her tim bang dikir. PDK’ê îdia kir ku xweseriya li Şengalê “ne rewa ye” û di 3’yê Adara 2017’an de êriş bir ser bajarokê Xanesora Şengalê. PDK’ê ji van êrişan tu encam bi dest nexist û dîsa Şengalê kir hedef û bang li artêşa Iraqê kir ku bikeve Şengalê.    ‘PEYMANA ŞENGALÊ’    Tirkiye û Amerîkayê fişaran li hikûmetên Bexdayê û Hewlêrê kirin û di encama vê yekê de di navbera Bexda û Hewlêrê de di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin.    3 xalên bingehîn ê vê “Peymanê” wiha ne:    1-RÊVEBERΠ   * Dê kesek serbixwe ji bo Şengalê wek qeymeqam were bijartin. Divê tu astengiyên vî kesî li hemberî qanûnan nebin û dê ev esas were girtin.    * Piştî diyarkirina qeymeqam dê di navbera her du aliyan de (Baxda-Hewlêr) komîsyonek hevpar were avakirin û meqamên îdarî yên li herêmê di ber çavan re werin derbaskirin.    2- EWLEHΠ   * Tenê dê polîsên xwecihî, Musteşariya Ewlehiya Netewî û Serwîsa Îstîhbarata Netewî ji ewlehiya navçeyê berpirsiyar bin û hemû hêzên din ên çekdar (Asayîş, YBŞ û YJŞ) dê ji Şengalê bên derxistin.    * Ji bo hêzên ewlehiya navxweyî were destekkirin, dê hêzek ewlehiyê ya ji 2 hezar û 500 kesan pêk were bê avakirin. Dê di navbera vê hêzê de dabeşkirina wezîfeyê bi awayek adilane were kirin û rewşa koçberên li kampan dijîn li ber çavan were girtin.    * Li Şengalê û derdora wê PKK û hêzên bi ser PKK’ê ve dê dawî lê bê anîn. Dê destûr ji tu hêzek girêdayî PKK’ê re ku bi rola xwe rabe re neyê dayîn.    3 - JI NÛ VE AVAKIRIN    * Ji bo ji nû ve avakirina navçeyê dê komîsyonek hevpar ji aliyê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were avakirin. Dê ast û armancên vê komîsyonê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê û Waliyê Nînovayê ve bê diyarkirin.    * Her wiha dê komîsyonek mijarên îdare û ewlehyê di cih de bişopîne û kontrol bike were avakirin.    Bi vê “Peymanê” re hat xwestin ku Şengalê bibin beriya pêvajoya fermanê ya 2014’an. Êzdî ji roja ewil ve li dijî vê “Peymana” ku îradeya wan nas nake derketin.    MALBATA BARZANÎ DI HER FIRSETÊ DE ŞENGALÊ DIKE HEDEF    Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftinek xwe de gotibû, “Şengal ne fermî ye. Li dijî qanûnan e.” PDK di her kêlî û firsetê de Şengalê hedef dide nîşandan. Ev çend sal in Tirkiye bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê dike. Tirkiyeyê di 23 û 25’ê Tebaxa 2020’yan de êrişî Şengalê kir. Tu encam nehat bidestixstin. Li ser banga PDK’ê ewilî xendekên 3 metre kûr û 3 metre fireh hatin kolandin, ev nebes bû niha jî bi qasî dirêjahiya 250 kîlomtereyî û bi bilindahiya 3 metreyî û firehiya 75 santîmetreyî dîwar di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de tê lêkirin.    Li aliyekî çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de berdewam dike li aliyekî jî bi navtêdana PDK’ê li ser fermana Serokwezîr Kazimî, artêşa Iraqê di 2’yê gulanê de êrişî Şengalê kir. Di navbera artêşa Iraqê û hêzên Asayîşa Êzdîxan, YBŞ û YJŞ’ê de şerên giran qewîmî. Xelkê Şengalê li dijî êrişan rabû û êriş di 4’ê gulanê de hatin sekinandin. Li ser rawestandina êrişan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyanî da û bang li hikûmeta Iraqê kiribû: “Em destnîşan dikin ku Peymana Şengalê were sepandin. Divê berpirsiyariya dikeve ser milê hikûmeta Iraqê bi cih bîne.” Bi vê daxuyaniyê re carek din Şengal hedef hat nîşandan.    DIXWAZIN XETÊN ENERJIYÊ BIXIN KONTROLA XWE    Sedema ku Amerîka, Enqere, Hewlêr û Bexda naxwazin Meclisa Xweser a Şengalê nas bikin ew e ku dixwazin herêmê bixin kontrola xwe û dixwazin raste rast xwe bigihînin çavkaniyên enerjiyê. Bi bahaneya xwegihandina çavkaniyên bin erdê re dixwazin Şengalê dagir bikin û ji ber vê yekê ye ku artêşa Iraqê her tim navtêdanê li artêşa xwe dike ku êriş bikin. Bi şerê Ûkraynayê û Rûsyayê re krîza gaza xwezayî li tevahiya dinyayê belav bû. Di serî de Îngîlistan gelek welatan çav berdaye çavkaniyên binerde yên li Mûsûl û Kerkûkê. Navtêdana PDK’ê ya li dijî Şengalê didome û li herêmê hê jî hêzên artêşa Iraqê sekinîne.