Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin 2022-05-24 12:34:37 RIHA - Li Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê ev demekê bi îstîfayan tê rojevê û 9 başên nexweşxaneyê hatin girtin. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Bulut Ezel got: "Li gelek zanîngehan êdî ameliyat nikarin bên kirin."   Di Qada tenduristiyê de her ku diçe qeyran kûrtir dibin û pîrsgirêkên hekîm û kedkarên tendurstiyê zêdetir dibin. Li gor anketa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya bi 2 hezar 63 kesan re kiriye, ji sedî 86,86 kesên ji kedkarên tendurstî û xizmetên civakî diyar kirin ku heke peyda bikin dê di karekî din de bixebitin. Ji sedî 70,7 ji wan dixwazin derkevin derveyî welat û ji sedî 99,56 wan ji rewşa aborî kêfxweş nîn in, ji sedî 89,24 kes jî di bin deynên kartên krediyê jiyana xwe didomînin.    DOKTOR ÎSTÎFA DIKIN    Di nava rojên derbasbûyî de Prof. Dr. Mehmet Emîn Guldur ji beşa Patolojiyê ya Nexweşxenaya Zanîngeha Harranê ku wek hekîm tenê ew kar dikir ji kar îstîfa kir û ew beş jî hat girtin. Piştî îstîfaya Guldur beşa patolojiyê  ji di nav de 9 beşên Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê hatin girtin.    Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Bulut Ezel derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rihayê diqewimin û îstîfayên li Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê pêk hatin de ji ajansa me re axivî.   9 BEŞ HATIN GIRTIN   Ezel anî ziman ku ji ber îstîfayan niha 9 beşên nexweşxaneyê hatine girtin û wiha axivî: "Beşên Patolojî, Nefrolojî, Hemotolojî, Romatolojî, Hemotolojiya Zarokan, Cerrahiya Plastîk, Onkolojî, Onkolojiya Nefrolojiyê, Cerrahiya Sing û Beşa Neqilkirina Lebatan hatine girtin. Zanîngeh ne tenê cihên ku nexweş tên tedawîkirin di heman demê de cihê gihandina bijîşkên pêşerojê ne. Ji ber ku zanîngeh nexweşxaneyên asta sêyemîn in, divê her nexweşiyek bi awayek baş bê pênasekirin û pêşeroja nexweşiyê divê baş bê dîtin.   NEÇAR DIMÎNIN BIÇIN BAJAREK DIN    Heya demeke nêz li nexweşxaneyê beşa neqilkirina lebatan çalak bû û xizmet dida daxwazên bi vî rengî. Lê çawa ku endamê perwerdê dest ji kar berda ew beş jî hat girtin. Li Rihayê neqilkirina kezebê nayê kirin. Welatiyên Rihayê ji bo neqilkirina lebatan neçar in ku biçin bajarekî din."   SEDEMÊN DEST JI KAR BERDANÊ   Ezel diyar kir ku ji bo bijîşkan sedemên sereke yên ji kar destberdanê wiha ne: "Rêveberiya nexweşxaneyê daxwazan piştguh dikin, çareser nakin. Kesên nezan tayînî kar tên kirin. Di nava xizmetên tên dayîn de mafên hekîman yên reha kêm in."   BANGA MÎTÎNGÊ   Ezel anî ziman ku ew dê pirsgirêkên bijîşkan û yên di qada tenduristiyê de diqewimin di Mîtînga Spî ya 29'ê gulanê ya li Enqereyê de bînin ziman.   MA / Ceylan Şahinli