Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin 2022-05-24 13:51:33   NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê li bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes hatin qetilkirin û ji malbateke din jî 6 kes birîndar bûn. Di êrişê de leşkerekî Iraqê jî hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.   DAIŞ’ê duh bi şev êrişî Herêma Germiyan a Herêma Kurdistana Federe kir û komkujî pêkanî. Komkûjî li gundê Îslah ya 12 kîlometre dikeve bakurê bajaroka Gulale ku girêdayî Xaneqînê ye, pêkhat. Di encama du êrîşan de ji malbatekî 6 kes hatin kuştin, ji malbateke din jî 6 kes birîndar bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê piştî ku leşkerên artêşa Iraqê bersiva êrişan dan, di pevçûnan de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.