Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin 2022-05-24 14:26:17 AMED - Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Bajar a Amedê Dogan Altûn, diyar kir ku hemû planên qeyûm ên ku cemaweriyê tune hesibandiye îtîraz bikin û heke encam negirin wê mijarê bibin darazê.    Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Avvahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Bajar a Amedê, derbarê guhertina îmarê ya qeyûmên Amedê ku beriya ji peywirê bê girtin amade kiribû de li Odeya Endezyarên Medenê ya Amedê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ev bajar ne bêxwedî ye" hat daleqandin. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Bajar a Amedê Dogan Altûn xwend.    WELATÎ TUNE TÊN HESIBANDIN   Hatûn, diyar kir ku ji sala 2016'an ve vîna gelê kurd bi qeyûman hatiye xespkirin û qeyûman li bajaran di bin navê polîtîkayên Îmarê de pergala talanê ava kirine û wiha got: "Her qeyûm bi xwe re qada rantê vedike û plana bajar jî bi vî awayî diguherîne. Qeyûmê Amedê Munîr Karaloglû ku di sala 2019'an de hatibû tayînkirin, beriya ji wazîfê bê girtin ji bo rantê nêzî sepana îmarê bûbû û li gorî vê guhertinan qebûl dikir. Bi vê yêkê welatiyên li vî bajarî nehatine hesibandin. Bajarê me weke bazarê dîtiye û ji dibistanan bigirin heta qadên werzîşê û cîwakê tadîlatan daye çêkirin."   BI PLANÊN ÎMARÊ RANTA XWE MEZIN DIKIN    Di berdewama axaftina xwe de Hatûn ev tşt gotin: "Planên qadên civakî guhertine kirine qadên taybet. Ev yek jî jiyana welatîyan dixe zorê. Bi planên bazarê dixwazin ranta xwe mezin bikin. Em careke din dibêjin planên ku ji bo qada civakî hatine çêkirin em ê nehêlin ku bê dagirkirin û em vênêzikbûna rantê jî qabûl nakin. Qadên civakî tên talankirin û her der bi vî rengî tê pêşkêşkirin. Di bin navê guhertinê de çerxerêyan ji bo rantê xera dikin û çidikin. Di heman demê de butçeya ku ji bo gel hatiye veqetandin jî bo ewlehiyê û diyanetê tê xerckirin."