Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin 2022-05-24 15:50:23   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û wiha bang li partiyên muxalefetê kir: “Divê em li dijî şer, aştî, azadî, ked û rûmeta xwe biparêzin.  Her dudiliyeke di vê mijarê de, dê bi kêrî polîtîkaya desthilatdariyê bê. Em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal bin. Divê kesek nekeve xefika desthilatdariyê.”   Hevserokê  Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Ji krîza aborî heta krîza NATO’yê, êrişên li dijî siyasetê û Doza Kobanê di gelek mijaran de nirxandin kirin. Sancar, ji ewil qala Qirkirina Çerkesan kir û got ku yek ji trajediyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ne. Sancar, destnîşan kir ku ew bi daxwazên gelê çerkes re ne.  Mîthat Sancar, diyar kir ku piştî pandemiyê, dinya niha jî bi karesatên nû re ri bû rû ye û wiha got: “Qada vê ya herî mezin jî şer û xwebiçekkirin e. Piştî ragihandina pandemiyê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), agirbesta kûrewî ragihand. Lê mixabin kesekî bi vê bangê nekir. Endamên konseyê jî di nav de, di van mehên dawî de li seranserî cîhanê dewlet xwe bi çek dikin û ketine pêşbirka pevçûnan. Polîtîkaya dagirkeriyê ya Rûsyayê û şerê li dijî Ûkraynayê li holê ye. Israra xwebiçekkirin û berfirehkirinê ya NATO’yê jî rewşa heyî xerabtir dike. Em dibêjin ku polîtîkaya şer û xwebiçekkirinê dê bi xwe re bêhtir mirinên sivîlan, xela û pirsgirêkên ewlekariyên şexsî û kolektîf bîne. Heke lêgerîneke ji bo îstîqrarê hebe, divê neyê jibîrkirin ku rêgeza wê ya bingehîn, polîtîkaya demokrasiyê ye.”   ‘TIŞTA HERÎ LEZGÎN AŞTÎ YE’   Bi domdarî Sancar, daxuyand ku saziyên dîplomasî û demokrasiyê yên ku di dema şerê sar de ji bo pêşîlêgirtina şer hatibûn avakirin, niha hatine bêbandokirin û wiha domand: “Her ku saziyên leşkerî xurt û mezin dibin, dê saziyên dîplomasî û demokrasiyê jî qelstir bibin. Ev jî dê hem bo dinyayê û hem jî bo tevahiya gerstêrkê encamên rûxîner bîne. Niha ji bo welatê me, herêm û cîhanê tişta herî lezgîn demokrasî, aştî, îstîqrar, edalet, azadî û piştevanî ye. HDP ji bo vê perspektîfê heye. Divê kesên debara xwe ji krîz û şer dikin baş bizanin ku gel û cîhan ji wan mezintir in. Heke gelên me werin ba hev û di çarçoveya hinek rêgez û armanca de hêzên xwe bikin yek, dê bikarin pêşî li ber vê tarîtiyê bigirin. Weke HDP’ê em amade ne ku li Tirkiye, Ewropa û li seranserî cîhanê rola xwe bilîzin.”    POLÎTÎKAYA DERÎAQIL   Di berdewamê de Sancar qala polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandora polîtîkaya şer a desthilatdariyê, weke êrişên li dijî daxwazên demokrasiyê li gel vedigerin. Rojane kes tên binçavkirin, maf û azadî tên binpêkirin, zextê li siyaseta demokratîk dikin û zimanê nefretê li dijî penaberan bi kar tînin. Şanoyên kurdî, konserên ku dê stranên bi kurdî tê de bên gotin tên qedexekirin. Em bi feraseteke derîaqil û bêwijdan re rû bi rû ne. Zîhniyeta ku hêja Apê Mûsa ji ber fîtika kurdî binçavkirî û îşkencekirî, di roja me de hêj didome û hêj mezintir dibe. Êdî hindik ma ye fîtika bi kurdî jî bibe sedema qedexe û cezayan. Ev desthilatdariye dijminatiya kurdan dike. Lê nabînin bê ka vê dijminatiyê çi bi serê desthilatdariyên din anîne. Gelê kurd her tim li dijî van zextan li ser pêya ma ye, li ber xwe da ye û xwedî li rûmet û mafên xwe derketiye. Dê ji vir û şûnde jî ji vê sekna xwe tawîz nede û van polîtîkayan têk bibe.”    LI ÛKRAYNEYÊ AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN ŞER    Sancar, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û wiha pê de çû: “Wî bi xwe duh got ku dê operasyonên leşkerî yên li herêmê zêdetir bikin. Divê em tevek bibînin ku dê ev hewldan gelên herêmê têxe nava pêvajoyeke din a tarî û bixwînî. Em baş dibînin bê ka helwesta wan a aştiyane ya ji bo şerê Ûkraynayê çiqas durû ye. Li wir bûye kevoka aştiyê û li Rojhilata Navîn û welatê xwe jî bûye bazê şer. Ev polîtîkaye, li ser hewldanên demorasiyê gefeke mezin e. Divê hemû kes vê rastiyê bibîne. Heke em di sekna li dijî şer de bibiryar nebin, dê tesarûfa me ya li ser jiyanên me kêm bibe û jiyanên me bikevin nava lepên çendek sermayedaran. Divê em li dijî şer, aştî, azadî, ked û rûmeta xwe biparêzin.  Her dudiliyeke di vê mijarê de, dê bi kêrî polîtîkaya desthilatdariyê bê. Em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal bin. Divê kesek nekeve xefika desthilatdariyê. HDP dê vê xefikê xera bike, yekitiya herî mezin ava bike û hemû hêzên demokrasiyê bîne ba hev.”   PARÊZBENDÎ BI BÎR XIST    Mîthat Sancar, 20’ê gulanê roja rakirina parêzebandiyan bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina pergala niha, ew roj rojeke dîrokî bû. Pişî darbeya 4’ê mijdara 2016’an jî parêzebendî hate rakirin û plana tesfiyekirina siyaseta demokratîk ketibû meriyetê. Binçavkirin, girtin, dozên kompasê û hwd. jî li pey hev hatibûn. Me her carê got ku bi van operasyonan ne tenê HDP lê demokrasiya Tirkiyeyê û daxwaza jiyana hevpar hedef tê girtin. Roj bi roj em bi mînakên cuda mafdar derketin. Lewma divê em berê xwe bidin doza kompasê ya Kobanê. Pergala ku li wir tê avakirin, provayeke ku dixwazin Tirkiyeyê têxin qefeseke ji hesin. Mesele ne HDP lê dixwazin faşîzmê li vî welatî bi cih bikin. Heke em vê kompasê bi hev re vala ne derxînin, dê em tevek ji encamên wê yên neyînî bibandor bibin. Divê em guh nedin siyaseta tirs û xofê lê berê xwe bidin dengê kolanan, dengê ji febrîqe û ji nava gel bilind dibe. Bertekên gel ên her ku diçe mezin dibin, hêviya me geştir dike. Heke em dengên xwe bikin yek û bi hev re têbikoşin, em ê ji vê karesatê derkevin û aştiyeke birûmet pêk bînin.”    Di berdewamê de Sancar da zanîn ku sedema hemû krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya şer a desthilatdariyê ye.    BANG LI CIWANAN KIR   Herî dawî jî Sancar ev tişt anî ziman: “Meseleya me ya herî esasî, xwedîderketina ciwanan a li xak û pêşeroja vî welatî ye. Pêdiviya me bi têkoşîn û wêreketiya we heye. Li gorî îstatîstîkan, ji sedî 63’yê ciwanan pêşerojeke baş bo Tirkiyeyê nabînin. Bi milyonan kes hene ku ji bo rojên geş bênavber têdikoşin. Hewcehiya van milyonan bi ciwanan heye. Em ê vê pergalê bi ciwanan biguherînin û pêşerojeke geş ava bikin. Guherîn bi destê we dibe. Em ê di 6-7’ê hezîranê de Konferansa Mezin pêk bînin. Konferansa me ya jinan bi coşeke mezin hate kirin. Em niha jî bi heman coşê xwe bo kongreya xwe ya mezin amade dikin. Em ê di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya Awarte pêk bînin. Em ê li wir nîşanî her kesî bidin ku di rêya demokrasî, azadî û aştiyê de zextên wan bi kêrî tiştekî nayên.”