Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe 2022-05-24 16:42:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di encama êrişên AKP-MHP-PDK’ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de 19 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Bîlançoya êrişê her ku diçe girantir dibe. Piştî ku hejmara leşkerên di şer de tên kuştin zêde bûyî, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar çû ser sînor û ragihand ku 4 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Hat zanîn ku serdanên Akar ên li ser xeta sînor berdewam in. Nayê zanîn bê ka Akar çûye kîjan herêman. Di vê navberê de HPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên 6 rojên dawî parve kir.   Li gorî daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye weşandin, artêşa Tirkiyeyê di nava 6 rojên dawî de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 23 caran çekên kîmyewî bi kar anîn û 31 caran jî bi balafirên şer herêm bombebaran kir. Her wiha hat destnîşankirin ku di encama pevçûnên di van 6 rojên dawî de 19 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûne.