ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022 2022-07-02 09:00:36   * Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a 3'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê di 16'ê Tîrmehê de bi beşdarbûna gelek tîman dest pê bike.    * Li Bazarcixê Alî Derelî dest dirêjî zarokê astengdar kiribû. Lê dadgehê ji dêvla zarokê astengdar ê ku destdirêjî wî hatiye kirin, ket etra pêşeroja Derelî û cezayê wî kêm kir.    * Li Amedê barkêşan diyar kir ku 10-15 roj in sifteh nekirine û fiyetê sotemeniyê kiriye ku nikarin bilebitin. Barkêş Lamî Kaya got: "Fiyetê mazotê dest û pêyên me girêdane. Par van çaxan 40 erebe di ber kar re nedigiahştin, lê niha 12 roj in min serfetih nekiriye."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê wê di roja 481'emîn de berdewam bike.     * Meclîsa Jinan ya DTSO’yê, wê bi beşdariya nêzî 40 kooperatîfên jinan ên ji 14 bajaran li Eywana Konferansê ya odeya xwe “Komxebata Kooperatîfên Jinan a di asta herêmî de” li dar bixe. (10.00)    * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê daxuyaniyê bidin. (11.00) AMED ZINDÎ///   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên cezakirin wê 901’emîn çalakiya xwe ya her hefte li dar dixin bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêşiya Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê li darxistin, wê di hefteya xwe ya 536’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 408’emîn a çalakiya xwe de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Sînemagerê kurd Sûphî Orhan ê ji aliyê kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn ve hate revandin û îşkencekirin wê têkildarî bûyera jiyayî li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Zarok Ma wê ji bo xwendekarên xwe yên mezûn bûn bernameyekê li avahiya xwe li dar bixe. (18.00)   * Saziyên Elewiyan û hêzên demokrasiyê wê têkildarî Komkujiya Otela Madimakê ya 2’yê Tîrmehê wê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancaka Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê û wê li Enqereyê jî li Anit Parkê mîtîngekê li dar bixin. (18.00)