Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir 2022-07-02 09:07:53   MEREŞ - Li Bazarcixê Alî Derelî dest dirêjî zarokê astengdar kiribû. Lê dadgehê ji dêvla zarokê astengdar ê ku destdirêjî wî hatiye kirin, ket etra pêşeroja Derelî û cezayê wî kêm kir.    Bûyer li Taxa Narli ya Bazarcix a Mereşê qewimîbû. Alî Derelî yê 69 salî dest dirêjî B.Û.'yê 16 salî yê astengdar kiribû. Çendî Derelî li xwe mikur nehatibû û gotibû "bêbextî li wî hatiye kirin" jî, bi raporan kifş bûbû ku Derelî dest dirêjî zarokê astengdar kiriye. Piştî malbata B.Û. pê hesiyaye, giliyê Derelî kiriye û Derelî hatiye girtin.    Danişîna biryardayînê ya dozê di 10'ê Gulanê de hat lidarxistin. Dadgehê di danişîna biryardayînê de ket etra pêşeroja fail Derelî û cezayê wî kêm kir.    DADGEH KET ETRA PÊŞEROJA FAIL   Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mereşê di 10'ê Gulanê de, di danişîna 6'an de biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi sûcê "destdirêjiyê" 20 sal ceza li Derelî birî. Dadgehê paşê temenê Derelî û pêşeroja wî ji xwe re kir hincet û cezayê wî kêm kir.    Dadgehê cezayê Derelî ji 20 salan daxist 16 sal û 8 mehan û biryara domandina girtina wî da.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Bûyer di 1 û 7'ê Cotmeha 2019'an de li Taxa Narli ya navçeya Bazarcix a Mereşê qewimîbû. Piştî zarokê astengdar û nexweşîna epîlepsiyê pê re bi kalê xwe H.Û. re axiviye, bûyer eşkere bûbû. Piştî vê malbat li Serdozgeriya Komarê ya Bazarcixê giliyê fail kiribû. Kalê kurikê astengdar di îfadeya xwe de gotiye di 7'ê Cotmehê de danê nîvro navroja xwe dixwarin neviyê wî jê re gotiye Derelî dest dirêjî wî kiriye. Paşê zarok jî di îfadeya xwe ya li navenda şopandinê ya zarokan de gotibû Derelî jê re gotiye "ger tu ji kesî re bibêjî ez ê zimanê te jê bikim."    Derelî yê ku du caran dest dirêjî zarokê astengdar kiriye di îfadeya xwe de derpêş kiribû ku ev bêbextî ne. Derelî piştî îfadeya dozgeriyê bi rojekê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatibû kirin. Dadgehê Derelî girtibû û ew şandibû Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa L'yê.    ÎDIANAME   Dozgeriyê di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de îdianame amade kiribû û xwestibû Derelî bi sûcê "destdirêjiyê" du caran bê cezakirin. Her wiha di raporên di îdianameyê de yên ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil a Mereşê û Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê ve hatine amadekirin, hatibû diyarkirin ku B.Û. ji sedî 50 astengdar e.    RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ   Rapora Saziya Tiba Edlî ya di 30'yê Çileya 2020'î de hatibû amadekirin jî di îdianameyê de bû. Di vê raporê de jî hatibû diyarkirin ku nimûneyên ji B.Û. hatine girtin û yên ji cilên wî yên bin hatine girtin bûyerê piştrast dikin.    ÎFADE   Derelî di îfadeya xwe ya duyan de bereksê îfadeya li dozgeriyê dabû. Derelî di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotibû roja bûyerê hevjîna wî çûye Dîlokê û di îfadeya xwe ya duyan de jî gotibû hevjîna wî li Swêdê ye û ew bi tenê dimîne. Her wiha Derelî derpêş kiribû ku "dolap lê hatine gerandin."    MA / Emrûllah Acar