Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin 2022-07-02 11:19:47   EDENE - Şehmûz Emen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê girtî ye li ber qamerayan ji aliyê gardiyanan ve îşkence lê hat kirin û bi awayekî tazî wî kirin hucreya ku av lê hatibû kirin. Derbarê gardiyanên ku îşkence li Emen kirin de du doz hatin vekirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edenê, ji ber ku aqûbeta serlêdana xwe ya ji bo sewqkirina nexweşxaneyê pirsiye di 22'ê sibatê de gardiyanan li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirine. Gardiyanan, Emen bi awayekî tazî kirine hucreya ku avê lê kirine û lê dane. Ji ber vê îşkence lê hatiye kirin bi Emen re kerbûn û korbûn çêbûye. Piştî vê îşkenceya lê hatiye kirin Emen serî li Serdozgeriya Komarê ya Edenê daye û giliya gardiyanan kiriye. Li ser vê derbarê gardiyanan de du doz hatine vekirin û Emen sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kurkçulerê hatiye kirin.    Dozgeriyê, derbarê gardiyan Caner Guney û Halît Arikan de bi sûcdariya "derbaskirina sînorê zorê" û "birîndarkirina hêsan" derbarê her du gardiyanan de dozname amade kir. Dozname ji aliyê 23'yemîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Edenê ve hat qebûlkirin û derbarê her du gardiyanan de doz hat vekirin. Danişîna yekemîn a dozê di 13'ê cotmehê de ye. Di lêpirsîna duyemîn de jî dozgeriyê derbarê gardiyan Çagatay Şîmşek, Hasan Gokçe, Hîdayet Cankûrt, Reşît Deprem û Yucel Morali de bi sucdariya "îşkenceyê" dozname amade kir. Ev dozname jî ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê ve hat qebûlkirin û doz li gardiyanan hat vekirin. Danişîna vê dozê jî di 28'ê îlonê de ye.    KINCÊN WÎ JÊ HATIN KIRIN      Dozgerî, di doznameyê de diyar dike ku li ser gilîkirina Emen di 24'ê sibata 2022'yan de lêpirsîn daye destpêkirin û cih da îfadeyên Emen. Emen, diyar dike ku dema jimartinê piştî nîqaşeke ku derketiye gardiyan wî diavêjin erdê û ji odê derdixin û lê didin. Di berdewama îfadeya xwe de Emen, dide zanîn ku wî tazî dikin û tenê bincilk li serê dihêlin û wî dikin odeyeke li qata duduyan û ev tişt dibêje: "Li odê nivîn tunebû û binî wê ji aliyê gardiyanan  ve hat şilkirin. Ji min re gotin, 'ûlan derbasî hundir bibe û li erda şil rûnê'. Ji ber vê min gilî dikim."   RAPORA PISPORAN JÎ DI DOZNAMEYÊ DE HEYE     Di doznameyê de rapora pisporan a têkildarî îşkenceya li Emen hatiye kirin jî hatiye dayîn. Di raporê de îşkenceya li girtî Emen hatiye kirin bi hûrgulî hatiye parvekirin.    ZEXTA LI MALBATÊ   Xûça Emen Perîhan Gungor jî bertek nîşanî îşkenceya ku li birayê wê hatiye kirin da û got ku gardiyanan ji bo dev ji dozê berdin pere pêşniyarî wan kirine. Gungor, destnîşan kir ku wê dev ji dozê bernedin û ji dema ku dîmenên îşkenceyê temaşe kirine ve weke malbat derûniya wan xera bûye û ev tişt anî ziman: "Birayê min pirsgirêka bihîstin û dîtinê dijî. Ji bo ku canê hinek kesên din neşewitînin ez ê li dijî wan rawestim."   PARÊZER: NAVÊ VÊ ÎŞKENCE YE     Parêzerê Emen Mehmet Nûrî Toprak jî derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Îşkence li ber qamerayan pk hatiye. Li şûna ku muwekîlê min bibin odeya çavdêriyê wî birine hucreya yekkesî, îşkence lê kirine û lêgerîna tazî lê ferz kirine. Ji ber ku sewqa nexweşxaneyê xwestiye û aqûbeta sewqa xwe pirsiye îşkence li muwekîlê min hatiye. Bi awayekî sîstematîk îşkence li muwekîlê min hatiye kirin. Li ser gilîkirina muwekîlê min du doz hatin vekirin. Navê tiştê li muwekîlê min hatiye kirin îşkence ye. Dixwazim ku zexta li ser muwekîlê min û malbata wî bi dawî bibe û daraz biryara pêwîst bide."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen