Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene 2022-07-02 11:41:01   OSMANIYE - Li bajaroka Cevdetiyê, cendirmeyan gule li penaberên ku ji ber şertên wê yên nebaş ji Navenda Hewînê ya Demkî reviyan reşand û komeke nîjadperest jî bi çekan berî ser pişta penaberan da û wan lînç kir.     Li bajaroka Cevdetiyê ya girêdayî navenda Osmaniyeyê, duh êvarê komeke penaberên ji Sûriye, Afganistan û Pakistanê ji ber şertên wê yên nebaş ji Navenda Hewînê ya Demkî reviyan. Di dîmenên ku li ser medya sanal hatine parvekirin de tê dîtin ku pennaber xwe di ser têlan de diavêjin û cendirme li pey wan gule direşînin. Di dîmenan de tê dîtin ku kesên tê gotin penaber in li erdê dirêjkirî ne û nayê zanîn ku mirine ya na. Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku penaber di kuçeyan de direvin û komên nîjadperest dane dû wan û guleyan li wan direşînin û hewl didin wan lînç bikin.    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin penaber ji ber şertên nebaş ên navendê direvin.    Di êrişan de gelek penaber birîndar bûne û agahî nehat bidestxistin ku kes miriye ya na.    Walîtiya Osmaniyeyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û angaşt kir ku cendirmeyan û ewlehiya taybet a navendê mudaxaleyî bûyerê kiriye û rewş hatiye kontolkirin û hemû (35) penaberên ku reviyane hatine girtin.