Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-07-02 11:44:27   MÊRSÎN - Li Mêrsînê qamyona veguhastinê qeza kir û ajokar û 3 karkeran jiyana xwe ji dest da.    Li Mêrsînê, qamyona veguhastinê ya amûrên malan a bi pîleqeya 33 B 4458 ku ji aliyê ajokar Mehmet T. ve dihat ajotin li ser rêya di navbera navçeya Mûtê û Karamanê de qelibî û qeza kir. Di qezayê de 3 karkerên di qamyonê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û ajokar Mehmet T. jî dema ku wî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mûtê birin Mêrsînê di rê de jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolînkirina cendirmeyan cenazeyan rakirin morgê.    Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.