Li Beyoglûyê mirineke biguman 2022-07-02 11:50:42 STENBOL - Li navçeya Beyoglûyê, turîstê fransayî Salîm Saîdî ji qata 8'an a otela ku lê dima bi awayekî biguman ket û jiyana xwe ji dest da.  Turîstê fransayî Salîm Saîdî (34) ku hat Stenbolê, li taxa Asmali Mescît a navçeya Beyoglûyê ji qata 8'an a otela ku lê bi cih bûbû bi awayekî biguman ket. Hat diyarkirin ku Saîdî li odeya otelê bi tenê bûye û ketiye ser wesayîteke parqkirî. Li ser agahdarkirina kesên li hawirdorê polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxaleya destpêkê Saîdî sewqî nexweşxaneya hat kirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Polîsan li odeya Saîdî û derdorê lêkolîn kir û hewl da ku sedema ketina Saîdî diyar bike.