Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn 2022-07-02 12:29:10   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê, di navbera gundiyan de şerê bi çekan derket û kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di navbera gundiyên gundê Golikageryayî û gundê Melebikê de li ser erd şerekî bi çekan derket. Di şer de gundiyên her du gundan li dijî hev çeka bi kar anîn û herî kêm 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina gundiyan cendirme û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbîn tenduristiyê mudaxaleyî birîndar kirin û diyar kirin ku Suleyman Abîş jiyana xwe ji dest daye. Pişte ekîbên tenduristiyê her sê birîndaran rakirin nexweşxaneyê û cenazeyê Abîş jî rakirin morgê.     Hat diyarkirin ku ji ber bûyerê hin gundî hatine binçavkirin.