Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê 2022-07-02 12:29:47   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev peyam parve kir: "Ji bo bidawîbûna êşê bila êdî edalet bê."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adarê de Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar li Edliyeya Rihayê dabûn  destpêkirin, di roja 481'an de didome. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe yê  medya sanal peyam parve kir.    Malbatê, hesabê Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: "4 sal derbas bûn lê ev êş kêm nabe. Êşa kezebê derbas nabe. Parlamenterên desthilatê jî di nav de hemû hilbijartî û rayedar qebûl dikin ku li holê zilmek heye. Ji bo bidawîbûna êşê bila êdî edalet bê."