Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin 2022-07-02 12:30:39   ÎZMÎR - Sînemager Sûphî Orhan ê ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin, diyar kir ku kesên ew revandin polîs nebûn û da zanîn ku wan kesan îşkence li wî kirin, li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin.    Sînemager Sûphî Orhan di 30’ê hezîranê saet 08.30’an de piştî ku hevalekî xwe danî Balafirgeha Adnan Menderes û vegeriya nêzî rawestgeha Garaja Bajêr a navçeya Gazîemîr ji aliyê kesê xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn ve hate revandin. Van kesan Orhan heta derengî şevê bir hin goristanan îşkence û mûameleya xerab lêkirin û dest danîn ser telefona wî. Orhan saet 00.51’an de li xaçeraya Akçakoyê ya navçeya Menderesê hate berdan.   Ji ber malbata Orhan agahî jê negirtin, ji bo kirariyeke binçavkirinê heye an nîne serî li Miduriyetên Polîsan ên Navend û Navçeyên Îzmîrê dabûn. Miduriyeta polîsan jî agahiya Orhan nehatiye binçavkirin dabûn.      Orhan ê piştî hate berdan û xwe gihandibû malbata xwe, diyar kiribû ku îşkence lê hatiye kirin û xwestibû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Orhan, du re bi parêzerên xwe re serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dabû. Orhan ê ji nexweşxaneyê rapora lêdanê girt, îro wê bi daxwaza alikariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bide û têkildarî tiştên jiyan wê liv ir daxuyaniyê bide. Orhan wê giliyê kesên ew revandibûn û îşkence lê kiribûn jî bike. Orhan, tiştên bi serê wî hatin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) vegotin.    SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN   Orhan, bi lêv kir ku bi hevalê xwe re di 30’ê hezîranê li rawestgeha Garaja Bajêr a navçeya Gazîemîr bi ÎZBAN’ê çûne Balafirgeha Adnan Menderes. Orhan, diyar kir ku piştî 08.30’an hevalê xwe danî balafirgehê dîsa bi ÎZBAN’ê hate Garaja Bajêr û tiştên pişt re bi serî hatin wiha vegot: “Dema ez gihîştim Garaja Bajêr, ez li bin siya darekê rûniştim da ku bikarim telefonekê bikim. Li vir 3 kesên nasnameya wan nediyar hatin cem min û gotin ku ew polîs in, der barê min de îxbarek heye û nasname xwestin. Piştî kontrola nasnameyê ez birim. Min ji wan re got ku birina min a bi vî şiklî derhiqûqiye û ez naxwazim biçim. Wan jî ji min re got ‘em dizanin em çi dikin’ û ez bi zorê xistim erebeyê. Çawa ku xistin erebeyê dest bi îşkenceyê kirin û bi gotinên ‘Tu çima hatî vir? Tu yê tiştên ku tu dizanî dê bibêjî û tu yê vî bajarî biterikînî’ gef li min xwarin. Li aliyekî ev pirs dipirsîn û li aliyê din jî xeber digotin û îşkenceya fîzîkî dikirin. Pişt re ez birim goristanekê. Li wir ez avêtim kuncikekê û ez li wir sekinandim. Li vir jî ‘tu bi me re li hev bike, tişta ku em dixwazin bike ku em jî tiştên tu dixwazî bikin. Tu çi bixwazî em ê bidin te. Tu dê hem xwe hem jî malbata xwe biparêzî’ sîxurtî ferz kirin. Min ev jî qebûl nekir û li bîra wan xist ku tişta dikin derhiqûqî û qanûnî ye.”   LI GORISTANAN GERANDIN   Orhan, diyar kir ku heta saetên êvarê rastî pêkanînên îşkenceyê hatiye û got: “Min ji wan re got, ‘Eger derbarê min de îxbarek an jî lêpirsînek hebe, wê rayedarên pêwendîdar bên û bi rengekî fermî min binçavbikin. Hûn bi vî şiklî min weke sûcdar îlan dikin û di heman deme de dixwazin vî sûcî qebûl bikim. Ez qebûl nakim û çi dibe bila bibe jî ez ê neaxivim’ û bêdeng bûm. 3 kesan ez revandibûm piştî van gotinan 2 kesên din jî hatin. Ew her du kes jî dest bi seansa îşkenceyên cuda kirin. Kaxizek avêtin pêşiya min û gotin ‘Em bi awayekî aşkere çek didin te, tu dê hemû tiştê dizanî vebêjî’. Dema min ev qebûl nekir cilên min ji ber min kirin û ez li erdê dirêj kirim. Bi awayê ku destê min li pişt min bin ez rawestandim. Di encama hevdîtinên di navbera xwe de ez ji goristinaê derxistim û dest bi gerandinê kirin. Ez birim hin goristanên cuda, birim serê çiya. Li van deran jî ji min re wiha gotin ‘Heke tu bixwazî em ê bînin cihê ku tu udi siyasetê de dixwazî. Tu tiştê em ji te dixwazin bike bes e.’ Heta saet 19.00’an bi vî awayî dom kir.”   WÊNEYÊN WÎ YÊN TAZÎ HATIN KIŞANDIN   Orhan, anî ziman ku pişt re nezanî ku ew bi ku derê ve birine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişt re destên min li pişt min, destûr nedan ez serê xwe ji nav lingên xwe derxînim û gerandin. Ji vê saetê şunde ez birim ku derê nizanim. Piştî ku dinya bû tarî li sere çiyayekê ez ji wesayîtê peya kirim. Dest û lingên min girtin û bincilên min bi darê zorê derxistin û 3 wêneyên min kişandin. Ji min re gotin ‘Em dizanin em ê çi li van bikin’ û dîsa li wesayîtê siwar kirim. Ji bo ku şopa tiliyan nehêlin jî bi mendîla şil pantorê min û destê xwe paqijkirin.”   TU DÊ ÎZMÎRÊ TERK BIKÎ   Orhan, bi lêv kir ku dû re wan kesan gef lê xwarin û wiha domand: “Piştî ev tişt kirin, ji min re gotin ‘şertekî me tenê heye, tu dê nava van 3 rojan de vî bajarî terk bikî. Heke em ê her roj te bigirin û wisa îşkence bikin.’ Bi qasî saetekê piştî van gotinan ez avêtim kêleka rêyekê. Dema min li saetê nêrî saet 00.55 bû. Cihê ku ez lê danîm, gundek bû. Kuçik hebûn, kuçikan li vir êrişî min kirin. Min xwe avêt nava baxçeyekê û wisa xwe xelas kir. Ji ber îşkenceya li min kirin min nedikarî li ser piyan bisekinim. Dema min fêm kir ku ez nikarim tevbigerim nêzî saetekê di nav baxçe de mam. Ez saet nêzî 02.00’an derketim ser rê. Di vê rê de Rawestgeha Menderest Eshot û xaçerêya Akçakoy dinivîsand. Min li vir jî wesayît û teqsî nedîtin. Heta saet 03.00’an ez meşiyam û min rawestgeha teqsiyan dît. Min ji wesayîtên di rê de derbas dibûm pirs dikir û wisa dît. Bi vî awayî ez li malbata xwe geriyam û xwe gihand parêzerên xwe.”   RÊYÊN ÇIYA BIKARANÎN   Orhan ê difikire ku ew birine derveyî Îzmîrê wiha got: “Di sohbetên di nava xwe dikirin de digotin ‘Em hatin Afyonê, gelek xweş e, pişt re nêzî sînorê Aydinê bûn. Herî dawî Manîsa gelek xweş xuya dike’. Tevahiya rojê gerandin. Bi taybetî rêyên çiya û eraziyên ku wesayît jî nikaribin biçin bikaranîn.”   ‘EM LI SER HIQÛQ Û QANÛN DE NE’   Orhan, anî ziman ku kesên ew revandine xwe weke polîs dan naskirin, piştre înkar kirin û wiha pê de çû: “Gotin ku ew ne polîs in, li ser qanûn û hiqûqê ne, tenê ji bo dewletê dixebitin û dikarin her cure deriyan vekin.” Orhan, bi lêv kir ku yek ji kesên ew revandî dora 43 salî, keçel e, bi rih û kincên sporê li xwe kiri bûn, yên li kêleka wî mîna wî xuya dikirin û got: “Li wesayiteke spî ya Dacia siwar kirin. Ne rûyê xwe, ne jî rûyê min qet negirtin. Di nava xwe de navên xwe bi kar neanîn. Bi navê haci û kekê gazî hev du kirin.”   SALÊN 90’Î PAŞ VE VEGERIYAN   Orhan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Yên ku vê dikin rebenên herî mezin in û di destê wan de tu çare nîninin. Ev rêbazeke wan e. Li Tirkiyeyê demekî dirêje li dijî kesan rêbazeke wisa tê bikaranîn. Di salên 1990’an de mirov dihatin îşkence kirin û piştî dihatin îşkencekirin diavêtin kêleka rê. Di vê pêvajoya em tê de derbas dibin dibe ku vê firsendê nabînin lê bi tiştên salên 90’î de çêdibin eynî ne. Tenê tê revandin, îşkence û heqaret lê tê kirin piştî dîmênên tên kişandin şantaj lê tê kirin û dû re diavêjin kêleka rê.”   ‘ASTA KU KARÊN NE FERMÎ HATIYE’   Orhan, destnîşan kirin ku rewşa pê re rûbirû maye pêkanînên bi armanca çavtirsandina civakê ye û wiha axivî: “Dixwazin bi van hewldanan peyamekê bidin civakê. Li seyêmîn bajarê herî mezin ê welêt, nehiqûqî ye ku mirovek bê revandin û îşkence lê bê kirin. Di asta herî dawî ya karên ne fermî ya li Tirkiyeyê îfade dike. Rastiya ku yên ev kirin cesaret digirt, tu fikara wan nîne û li pêşberî hiqûqê xwe bêhesab hîs dikin, rewşa ku welat pê re hatiye rave dike.”   ‘DIVÊ BERTEKEKE CIVAKÎ BÊ DAYÎN’   Orhan, bi lêv kir ku wê li dijî îşkenceyê têkoşîna hiqûqê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev ne meseleyeke min a şexsî ye, bûyereke civakî ye. Ev îro bi serê min hat dibe ku sibê bi serê yekî din bê. Yekane daxwaza min ewe ku li dijî van bi hestiyarî bin û bertek bê nişandan. Heke rayagiştî berteke bi hewce nişan nede wê ev revandin zêde bibin.”   MA / Semra Tûran - Delal Akyuz