DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist 2022-07-02 13:36:07   AMED - Meclîsa Jinan a DTSO’yê, bi tev li buna jinan a ji 15 bajaran “Komxebata Kooperatîfên Jinan a di Asta Herêmî de” li dar xist.    Meclîsa Jinan a Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), bi beşdariya nêzî 40 kooperatîfên jinan ên ji 15 bajaran li Eywana Konferansê ya odeya xwe “Komxebata Kooperatîfên Jinan a di Asta Herêmî de” li dar xist. Seroka Meclîsa Jinan a DTSO’yê Nevîn Îl û endamên meclîsê, nûnerên kooperatîfên li herêmên dimînin, Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya û Serokê Lijneya Rêveberiya Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl tev li komxebatê bûn.    Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO’yê Nevîn Îl a ewilî axivî, diyar kir ku kooperatîfên li herêmê tev li komxebatê bûne û qala tora piştevaniyê kir. Îl, bi lêv kir ku ji bo nûnertiya jinan zêde bikin Meclîsa Jinan a DTSO’yê avakirin û wiha got: “Ji bo jin di qada aboriyê de bê dîtin û temsîlkirin, em ketin rê. Me pêwîstî dît û me meclîsa xwe ya jinê ava kir. Meclîsa me ya jinê ji bo cîhanê û Tirkiyeyê bû modelek. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Dema ku em xebatên xwe yên temsîliyetê li qadan dimeşînin, dema ku em hilberîna xwe didin bazarê, ji bo ku nexşeyeke rê ya ji bo zehmetiyên ku em dibînin û biafirînin jî em bi modela meclîsa jinê xebatên xwe dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku bihêzkirina bi hev re wê me bide jiyîn û em ê bi hevgirtinê xurttir bibin. Armanca me ew e ku em jinên herêmê bînin cem hev û pirsgirêkên ku em dijîn nîqaş bikin û çareser bikin. Jinan li qadê bidin xuyakirin. Di vê wateyê de ez bawer dikim ku em ê komxebateke serkeftî pêk bînin.”   Îl pişt re bi rê ve birin û girîngiya Meclîsê vegot.    ‘LI TIRKIYEYÊ KOOPERATÎFBÛN PÊŞVENEÇÛ’   Serokê Borsaya Tîcaretê ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl jî diyar kir ku kooperatîf rêya herî baş e ku mirov di karen bi tena serê xwe zehmetiyê dikişîne de bi hev re tiştên mezin kirine û wiha got: “Mixabin li Tirkiyeyê kooperatîf bi têra xwe bi pêş neketin, lê li herêma me bêhtir paşvemayî ne. Li herêma me, ku rêjeya beşdariya hêza kedê lê kêm e û rêjeya bêkariyê li gorî giştî Tirkiyeyê zêde ye, jin bêhtir mexdûr dibin. Ji bo vê jî daxwaza me hemûyan ew e ku jin li herêma me werin cem hev û bibin kooperatîf, di nav hêza kedê de cih bigirin û îstîhdama jinê zêde bikin.”   ‘WÊ TEVKARIYÊ LI ÇÎROKA SERKETINÊ BIKIN’   Yeşîl, anî ziman ku weke DTB ew li ser îstîhdamê dixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha em her cure piştgiriyê didin xebatên ku hatine kirin. Û ji niha û pê ve jî em ê desteka xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku ev civîn tevkariyê li jinên herêma me bike da ku bêtir beşdarî hilberîn û karkirinê bibin û çîrokên serkeftinê yên nû derxin holê.”   Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.