Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn 2022-07-02 13:59:52   ÊLIH - Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê de Serokê DEP'ê yê Bajar ê Amedê Wedat Aydin ku di 5'ê tîrmeha 1991'an de hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, bi bîr anîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteyê de 536'an de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta  "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û çîroka Serokê DEP'ê yê Bajar ê Amedê Wedat Aydin ku di 5'ê tîrmeha 1991'an de ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve ji mala xwe hat girtin û piştî 2 rojan li navçeya Medenê ya Xarpêtê mirî hat dîtin, hat xwendin.    Di çalakiyê de Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Akîf Akin, çîroka Wedat Aydin parve kir û diyar kir ku di doza Aydin tu pêşveçûn çênebûye û xwest ku berpirsyarên kuştina Aydin bên  darizandin.    Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.