Meclîs kete betlaneyê 2022-07-02 14:12:53   ENQERE - Piştî ku pêşniyar qanûna “torbeyê” ya li ser aboriyê ku nîşandera zêdek û rêziknameya efûya xwendekaran jî di nav de bû, li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin û qebûlkirin, Meclîs heta 1’ê Cotmehê ket betlaneyê.    Piştî ku pêşniyar qanûna “torbeyê” ya li ser aboriyê ku nîşandera zêdek û rêziknameya efûya xwendekaran jî di nav de bû, li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin û qebûlkirin, Meclîs heta 1’ê Cotmehê ket betlaneyê.    5 KOMÎSYON WÊ XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN   Komîsyona Pîşesazî, Bazirganî, Enerjî, Çavkaniyên Xwezayî, Agahî û Teknolojiyê, Komîsyona Daxwaznameyan, Komîsyona Plan û Budçeyê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan û Komîsyona Derfetên Wekheviyê ya Jin û Mêr, wê xebatên xwe dewam bikin.   Meclîs wê di meha Cotmehê de ji nû ve bê vekirin.