‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’ 2022-07-02 15:23:58   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Tûrgût Koyûncû ku her ku diçe giran dibe û bang kir ku demildest bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî tev li bûyî de pankartên “Bêdeng nebe, nebe hevkarê vî sûcî, dimirin” û “Girtiyên nexweşên giran dimirin, bêdeng nebe” vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn ê di daxuyaniyê de axivî, rewşa girtiyên nexweşê giran Tûrgût Koyûncû yê di Girtîgeha Tîpa T a Odemîş de tê ragirtin vegot.    Încîn, diyar kir ku Koyûncû 26 sal in di girtîgehê de ye û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ev demeke dirêj e tedawiyê dibine û destnîşan kir ku nexweşiya wî ya sedef pêş ketiye. Încîn, bi lêv kir ku ev nexweşî li ser organên wî yên din bandoreke xerab dike û bi bîr xist ku dermanên ji bo vê nexweşiyê tên bikaranîn jî biha ne û anî ziman ku ji ber vê yekê zehmetiyê dikişine ku bistîne.    NIKARE RANDEVUYÊ PEYDA BIKE   Încîn, diyar kir ku Koyûncû bi salan e ji ber nerehetiya di qirika xwe de gelek caran xwîn jê çûye û ji ber vê yekê ew her tim birine beşa lezgîn û wiha dewam kir: “Nexweşiyên gih û masûlkeyê yên Koyûncû hene. Her wiha di kepaxê dilê wî de jî pirsgirêk heye. Di hevdîtina parêzer a di 28’ê hezîrana 2022’yan de jî bi lêv kiriye ku nexweşiya wî ya sedefê pêş ketiye, birîn û lekeyên di çermê wî de zêdebûne û mezinbûne, rêveberiyê ji bo sewqa nexweşxaneyê pirsgirêk dernexistî ye lê li nexweşxaneyê randevû peyda nekiriye. Her wiha gotiye ku dereng derxistine revîrê, daxwaza sewqa wî ya nexweşxaneyê di deme xwe de bi cih nayê anîn, dermanên ku diviyabû bi kar bîne dereng hatin dayîn û ev jî bû sedema qutbûna dermankirina nexweşiyê. Tevî van hemûyan wî jî diyar kir ku ji ber ku di çûyîna tedawiyê de pêkanînên ne layiqî rûmeta mirovahiyê ne red kir, randevûyên wî yên tedawiyê hatin betalkirin.”   BILA DEMILDEST BÊ BERDAN   Încîn, diyar kir ku tedawî nekirina Koyûncû nexweşiyên wî kronik kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema nexweşiyên Tûrgût Koyûncû li ber çav bên girtin, girtîgeh nexweşiyên wî kûrtir dike. Ji ber vê yekê divê demildest bê berdan.”