Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin 2022-07-02 16:30:36   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyên nexweşê giran Suphî Îsmaîl yê rapora “nikare tena serê bimîne” daye wî di hucreye de tê ragirtin û xwest bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 408’emîn a çalakiya xwe de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hatin gelhev û daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî.  Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Adem Amaç û Sûphî Îsmaîl ên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê de tên ragirtin.    ’12 CARAN EMELIYAT BÛ’   Çevîrmen, da zanîn ku Amaç cuda cuda 12 caran hatiye emeliyat kirin û qala pêvajoya emeliyata Amaç kir. Çevîrmen, bi lêv kir ku daxwazên taloqkirina înfazê nayên bi cih anîn û wiha got: “Di zikê wî de 3 birînên vekirî hene û her tim xwîn ji wan diherike, pêwîstî bi emeliyatê heye, lê tevî ku gelek caran çûye nexweşxaneyan emeliyata wî nehatiye kirin. Ji ber birînên li zikê wî û emeliyatên ku derbas kiriye, jiyana Adem Amaç di xeteriyê de ye. Divê emeliyat bêyî ku dereng bên xistin, bên kirin, tedawiya wî bê kêmasî bên kirin û di vê pêvajoyê de bi armanca parastina mafê wî yê jiyanê ji bo di şertên bi tenduristtir de bê dermankirin ji bo taloqkirina înfaza wî xebatên pêwîst bên destpêkirin.”   ‘RAPORA NIKARE TENA SERÊ XWE BIMÎNE HEYE’   Çevîrmen, bi bîr xist ku rapora Sûphî Îsmaîl a nikare tena serê xwe bimîne heye û wiha axivî: “Lingehî Suphî Îsmaîl hatiye jêkirin û darê bin çengan bi kar tîne. Ew nikare bi tena serê xwe rûnê, nikare xwe paqij bike, di girtina xwarina xwe ya li ser lingekî de zehmetiyê dikişine. Li gel ku dema li Tekîrdag û girtîgehên ku beriya niha lê dima bi hevalên xwe re maye jî ji roja ku hatiye Tîpa S a Bodrûmê û vir ve li cihekî bi tenê tê hiştin. Tevî ku rapora wî hebû ku nikare bi tena serê xwe bimîne jî, ji cihê bi tenê li dimîne nehat wergirtin û herî dawî jê re hat gotin ku rapora wî betal bûye û wê careke din sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Ji roja çûye girtîgehê û vir ve tiştên wî nehatine dayîn û tevî ku li cihekî germ e jî, ragirtina wî ya di nava şert û mercên zehmet de didome.”   Çevîrmen, daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş a demildest careke din dubare kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir.