Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye 2022-07-02 17:54:42   ÎZMÎR - Sînemager Suphî Orhan ku ji aliyê kesên ku xwe wekî elemanên îstixbaratê dabûn naskirin hatibû revandin got: "Her kes di talûkeyê de ye." Parêzera OHD'î Eylem Zengînê jî got, çendî navê kesên ku Orhan revandine ne diyar bin jî, lê ji ber ku xwe wekî peywirdarên dewletê dane naskirin ew dizanin ku berpirs dewlet e.    Li Îzmîrê di 30'yê Hezîranê de kesên ku xwe wekî elemanên îstixbaratê dabûn naskirin sînemager Suphî ORhan revandibûn. Orhan têkildarî tiştên hatin serê wî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê daxuyanî da. Nûnerên ÎHD a Şaxa Îzmîrê, Înîsyatîfa Mafan, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê û Komeleya Rojeva Mafên Mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Orhan got: "Min di 30'yê Hezîranê de hevalê xwe bir balafirgehê. Li Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê kesên xwe wekî polîsan dan naskirin ez revandim. Min li vir lîse kuta kiriye, ez bi sînemayê û wênegiriyê re eleqedar dibim. Wekî her kesî min jî bilêta xwe stend û ez hatim Îzmîrê. Tu eleqeya min bi tiştekî îllegal re tune ye. Min ji balafirgehê birin Goristana Gazîemîrê û ez îşkence kirim. Ji min re tim digotin, 'Çima tu hatiyî vira, rêxistinê te şandiye vira? Divê tu derheqê rêxistinê de tiştinan ji me re bibêjî.' Min jî ji wan re got, tu pêwendiya min bi rêxistineke îllegal re tune ye û ger sûcek hebe divê merciyên têkildarî pê re eleqedar bibin. Tiştên niha tên kirin sûc in. Lê tim figotin, 'Em îstixbarat in, em di ser dewletê re ne, agahiyan bide me. Ger tu tiştên ku em dixwazin bidî me, em ê alîkariya te bikin.'"    Orhan destnîşan kir ku di dema îşkencekirinê de wêne û vîdeo hatine girtin û bi van wêne û vîdeoyan ew şantaj kirine û got: "Ez birim gelek cihan. Bi taybetî jî goristanan û ser giran. Herî dawî min bi malbata min û xizmên min tehdîd kirin. Tiştên hatine serê min dibe ku sibê bên serê her kesî. Lewma divê hemû rêxistinên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî van bûyeran bidin. Dîmenên min ên tazî girtin. Divê tu kes berbayî van dîmenan nekeve."    ‘EWLEYIYA ME TUNE YE'   Paşê Serokê Înîsyatîfa Mafan Mehmet Arîf Koçer axivîç Koçer jî got tiştên qewimîne cihê şermê ne û got: "Peywira dewletê, ewleyiya welatiyan e. Ez van kiriên kesên li şoreşgeran û kurdan ku ji aliyê kesên xwe wekî elemanên îstixbaratê didin naskirin tên kirin şermezar dikim. Em ê dest ji vê dozê bernedin û tim li cem Suphî bin. Dewlet divê tişta hewce bike derbarê van kesan de. Ez bang li Wezareta Karên Navxweyî û Mişteşariya MÎT'ê dikim ku peywira xwe bi cî bînin. Ev ne tiştine asayî ne, ewleyiya me hemûyan di talûkeyê de ye."    Serokê ÎHD a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn jî ragihand ku Tirkiye veguheriye salên 90'î û got: "Ev tişt encama polîtîkaya bêcezatiyê ne. Em ÎHD em ê vê bûyerê bişopînin."    Endamê Desteya Rêvebir a ÇHD a Şaxa Îzmîrê Nîhat Arman Atilgan jî diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê ji qetilkirina gelê kurd û şoreşgeran xalî nabe.    'EM Ê BITÊKOŞIN'   Herî dawî parêzera ODH'î Eylem Zengîn axivî. Zengînê jî got: "Çendî navê kesên ku Orhan revandine ne diyar bin jî, lê ji ber ku xwe wekî peywirdarên dewletê dane naskirin ew dizanin ku berpirs dewlet e. Ji bo ev pêkanînên dijhiqûqî çênebin em ê bitêkoşin."