Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da 2022-07-02 19:55:49     ŞIRNEX - Dayika Şemiyê Sarê Demîr ku bi salan li aqûbeta kurê xwe Îbrahîm Demîr ê di binçavan de hat windakirin pirsî, jiyana xwe ji dest da.    Dayika Şemiyê Sarê Demîr a 85 salî ku li navçeya Hezex a Şirnexê dima, li Nexweşxaneya Dunyayê ya Êlihê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Demîrê ji Êlihê wergirt û bir Hezexê. Cenazeyê Demîrê dê li Goristana Şêx Hesen a Hezexê bê veşartin.    Kurê Demîrê Îbrahîm Demîr di sala 1991'ê de di binçavan de hatiye windakirin, kurê wê Giyasettîn Demîr jî di sala 1998'an de hatiye qetilkirin û kurê wê Nîhat Demîr jî ku tev li PKK'ê bûbû jiyana xwe ji dest daye.   Dayika Şemiyê Sarê Demîr bi salan tev li çalakiyan bûbû û li aqûbeta kurê xwe Îbrahîm Demîr pirsîbû.