Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin 2022-07-02 22:25:25 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şêladizê ya Herêma Kurdistana Federe binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin. Binkeya eskerî di nava alavan de ma, lê nehat hînbûn bê kar mirî an jî birîndar hene yan na.      Li Şêladizê ya girêdayî navçeya Amedê ya Dihokê ya Herêma Kurdistana Federe binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin. Li gor nûçeya Rojnewsê qereqola Sîrê di nava alavan de maye.   Hat destnîşankirin ku piştî bombekirinê li binkeya eskerî teqînên mezin çêbûne. Nehat hînbûn ku bê ka di teqînê de mirî û an jî birîndar hene yan na.