Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn 2022-07-02 23:09:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên li Madikmakê hatin qetilkirin li gelek bajaran bi çalakiyên cur bi cur hatin bibîranîn.    Li Dersimê 33 kesên di 2'yê Tîrmehê de li Otêla Madimakê hatin qetilkirin di 29'emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn. Bi xebata hevpar a Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Şaxa Dersimê, Şaredariya Dersimê û Pirtûkxaneya Vecîhî Tîmîroglû li Qada Seyîd riza pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin. Pêşangeha bi alîkariya hunermend Mehemt Ozer hat lidarxistinç Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Şaxa Dersimê Ekber Kaya li pêşangehê axivî ûg ot, dê di têkoşîna ji bo demokrasiyê d eisrar bikin.    Wêneyên kesên hatin qetilkirin, wêneyên wan ên ahtine girtine û manşetên rojnameyan di pêşangehê de cih girtin.    EDENE    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li avahiya xwe têkildarî salvegera Komkujiya Madimakê çalakiyek li dar xist. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û fidn hatin vêxistin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û hat destnîşankirin divê berpirsên sereke yê komkujiyê bên darizandin.    ANTALYA   Pêkhateyên Elewiyan ên Anatlayayê û Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber Peykerê Attalosê kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin hat vekirin.    'DÊ RONAHIYA SÊWAZÊ VENEMIRE'   Ozgur Uregî anî ziman ku Komkukiya Madimakê sûcekî li hemberî mirovahiyê û got, sûcên bi vî rengî nakevin ber demboriyê. Uregî destnîşan kir ku ji bo aştî, edalet, demokrasî û jiyaneke bi hev re li hev kom bûne û got, daxwazên wan ên sereke welatîbûna wkehev e. Uregî got: "Me Komkujiya Madimakê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin! Werin em bibin yek. Dê ronahiay Sêwazê venemire."    İZMİR    Hêzên Ked û Demokrasiyê û rêxistinên elewiyan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek dan. Gelek eks tev lid axuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine qetilkirin li ser hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de navê kesên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin û rêz hat girtin.    HESAB NEHATIYE PIRSÎN   Li ser navê saziyan Berpirsa Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) a Herêma Egeyê Gulbahar Kaplan daxuyanî da. Kaplan kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, di ser komkujiyê bi dehan sal derbas bûne lê hê jî hesab nehatiye pirsîn. Kaplan bibîr xist ku piraniya kujeran hatine efûkirin û wan birine derveyî welêt û got: "Doz bi zanebûnî hatin dirêjkirin û xistin ber demboriyê û kesên girtî jî berdan. Ev biryara demboriyê. Serokkomar Erdogan ji bo vê biryarê got, 'bi xêr be ji bo gelê me' û bi kêfxweşî hat ragihandin. Dadgeha ku ji kesên li wan tê gerîn jî didome. Bi vî awayî pêl sebra malbatên me yên şehîdan û civaka elewî dikin. Dixwazin cardin dozê têxin ber demboriyê. Lê divê her kes zanibe ku Komkujiya Madimak a Sêwazê sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û sûcên bi vî rengî nakevin ber demboriyê."    Kaplan diyar kir ku dê di saala 29'an a komkujiyê de têkoşînê bilindtir bikin û li dijî hemû êrişan ji bo yekîtiyê bang li civaka elewî kir.    ENQERE   Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Pîr Sûltan Abdakê di 29'emîn salvegera qetilkirina 33 kesên di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwazê li Otêla MAdimakê hatin qetilkirin li Qada Tandogan a Enqereyê mîtîngeke bibîranînê li dar xist.    Bi sedan kes tev li bîranînê bûn. Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, Platforma Şaxê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KEK), HDP'a Enqereyê, CHP'a Enqereyê, Partiya Çep, Halkevlerî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî di nav de gelek komeleyên baweriyan, komeleyên elewiyan, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî tev li bîranînê bûn.    Di bîranînê de pankartên li ser "Sûcê li hemberî mirovahiyê nakeve ber demboriyê. Edalet dê bi destê gelan bê" nivîsandî hat vekirin û dowîzên têkildarî komkujiyê hatin hilgirtin. Her wiha dowîzên ku wêneyên 33 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin jî hatin bilindkirin.    Di bîranînê de dirûşmeya "Kesên Sêwazê şewitandin kesên AKP'ê avakirine", "Sêwazê ji bîr neke" û "Dê hesabê Sêwazê bê pirsîn" hatin berzkirin.    Mîtînga bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Kesên di mîtîngê de axivîn destnîşan kirin ku li Otêla Madimakê sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin û sûcên bi vî rengî qethiyen nakevin ber demboriyê û dê hesabê komkujiyê bê pirsîn.    Piştî axaftinan her 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan yeko yeko hatin bibîranîn. Paşê Koma Gunyuzu û Koma Tershane bi stranan 33 kes bibîr anîn.    Piştî stranan koma semahê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Mamakê semah girt. Mîtîng piştî semahê bi dawî bû.