ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022 2022-07-03 09:01:33   * Nobeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin di roja 230'yî de ye. Xizmên girtiyan anî ziman ku partiyên siyasî yên soz dane ku dê daxwazên wan têxin rojevê sozê xwe bi cî neanîne û gotin, heya encamekê bi dest nexin dê çalakiya wxe bidomînin.   * Li navçeya Hezex a Şirnexê ji meha Nîsanê ve ava welatiyan nayê. Welatiyan bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dan û gotin: "Em nikarin nimêja xwe bikin. Ma ev heqê xwedê ye?"    * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dê 7 partî û rêxistinên bi awayekî hevpar dixebitin di nêz de "Menzûmeya Rêgezan" biweşînin.    * Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de sûc sabît in, şahid û daneyên heyî têra cezakirina kiryaran dikin û got: "Mesele hebûna dadgerên ku karibin îmzeyê deynin binî vê biryarê."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 482’yemîn de berdewam dike.    * 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê wê li Eywana Sporê ya Enqereyê were li dar xistin. (10.00) ZINDÎ