Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî 2022-07-03 09:04:31 AMED – Nobeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin di roja 230'yî de ye. Xizmên girtiyan anî ziman ku partiyên siyasî yên soz dane ku dê daxwazên wan têxin rojevê sozê xwe bi cî neanîne û gotin, heya encamekê bi dest nexin dê çalakiya wxe bidomînin. Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 31 Adara 2022’yan 651 jçç giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê xizmên girtiyan di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dabû destpêkirin. Çalakiya Nobeda Edaletê niha heftê 3 rojan li ber Saziya Tiba Edlî, Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê û Edliyeya Amedê tê lidarxistin.    Heya niha gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl serdana Nobeda Edaletê ya Amedê kirine. Her wiha xizmên girtiyan jî ji bo daxwazên xwe di 4'ê Çileyê de, di roja 50'î ya çalakiyê de çûbûn Enqereyê. Lê belê li vira bi astengiyên polîsan re rû bi rû mabûn Malbatan li Enqereyê hevdîtin bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), CHP, Partîya Saadetê, DEVA, Partîya Gelecekê û gelek rêxistinen sîvîl re kiribûn.    Ji çalakgerên Nobeda Edaletê Guler Încî, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, diyar kir ku 8 meh in li ber xwe didin. Guler bibîr xist ku di vî warî de hevdîtin bi gelek partiyên siyasî re kirine: "Soz dan, lê bi cî neanîn. Dema me çalakiya xwe li baroyê li dar dixist, partîya DEVA'yê hat serdana me kir û soz da ku wê her tim li cem me be. Lê soza xwe bi cî neanî û gavek jî neavêt. Em çûn Enqerê li wir jî me bo partîyên siyasî re hevdîtin kir. Hem Serokê CHP'ê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu hem jî partîyên siyasî yên din soz dan lê wan jî soza xwe bi cî neanî."   Guler destnîşan kir ku heya daxwazên wan pêk neyên dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Îro girtîyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan. Girtîyên ku 30 sal in di girtîgehê de ne cezayê wan qediyaye, lê înfaza wan hatiye şewitandin. Me jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê ev çalakî da destpêkirin. Lê heta daxwazên me pêk neyên em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li pey edaletê ne. Daxwaza me ew e ku dewlet qanûnên xwe yên heyî pêk bîne.”   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Herdem Merwanî, keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay jî dubare kir ku partiyên siyasî yên hevdîtin bi wan re kirine sozên xwe bi cî neanîne û got: “Li Enqerê soz dan me, lê piştî ku em vegeriyan xwe li nebihîstinê danîn. Ji ber wê jî bertekên me mezin in. Ji lew re tiştên ku dikeve ser milê wan nekirin. Me û ÎHD'ê bi hev re li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin raporek amade kir. Me ew rapor da hemû partiyên siyasî. Wan jî soz da me ku wê raporê di meha Sibatê de bidin Wezirê Edaletê, lê mixabin wê soza xwe jî bi cî neanîn."    Mervanî destnîşan kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan bidome û got: "Ez bawerim di dawiyê de em ê bi ser bikevin. Lê em disa jî bang li partiyên siyasî dikin ku xwedî li soza xwe û erka xwe derkevin. Ev tenê ne meseleya malbatên girtiyan e, meseleya hemû civakê ye û berpirsiyariya hemû partiyên siyasî ye."   'BILA BES CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'   Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan jî destnîşan kir ku heya tiştekî bi dest nexin dê bitêkoşin û got: "Ger li vî welatî heq û hiqûq hebûna, wê daxwaza me jî bihatana qebûlkirin. Daxwazên me hiqûqî ne, em dibejin bila girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Banga min ji bo hemû partiyên siyasî, gel û malbatên girtiyan e; tev li çalakiyên me bibin û piştgiriyê bidin me ku bila bes cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."   Reşahat Ada, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada jî bilêv kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome û got: “Ne 8 meh, heya daxwazên me neyên qebûlkirin 80 sal jî derbas bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Heya ew înfaza zarokên me bişewitînin û girityên nexweş derman nekin em dest ji Nobeda Edaletê bernadin." Ada bibîr xist ku di demên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketine û got, bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin.   Ada di dawiya axaftina xwe de daxwazên Nobeda Edaletê dubare kirin: "Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane bên berdan."