Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn 2022-07-03 09:05:16   ŞIRNEX - Li navçeya Hezex a Şirnexê ji meha Nîsanê ve ava welatiyan nayê. Welatiyan bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dan û gotin: "Em nikarin nimêja xwe bikin. Ma ev heqê xwedê ye?"    Li Taxa Yenî, Taxa Seyrantepe û Kolana Alanyayê ya navçeya Hezex a Şirnexê bi meha ye ava welatiyan nayê. Xebatên ku çend sal berê ji bo nûkirina şebekeya avê hatibûn destpêkirin hê jî neqediyane. Hezexiyên ku bi mehane bê av in bertek nîşanî şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dan.    'ŞAREDARÎ DIBÊJE 'AV TÊ' LÊ TUNE YE'    Ji Taxa Seyrantepeyê Halîme Hazar (73) bi lêv kir ku bi salane ew bê av in. Hezar anî ziman ku şaredarî bi tu awayî alîkariya wan nake û got: "Ji roja em hatine vê derê heta niha halê avê bi vî awayî ye. Ev 15 salin ev pirsgêrik heye. Ji meha Remazanê heta niha ava me nayê. Avê nadin me. Em ji şaredariyê re dibêjin, 'av nayê' lê ew dibêje av tê. Madem tê çima em nabînin? Ger hebûya wê her kesî bidîta. Lê tune ye. Av tune ye ku em pê dar û berên xwe av bidin. Em 4 mal di vê bînayê de ne. Av tune ye. Av tune ye ku em pê destnimêjê bigirin. Em gelekî zehmetiyê dikêşin. Havîn e, lê hîç ava me tune ye. Şaredariya me desteser kirine û vî tiştî tinin serê me. Em nikarin ber deriyê xwe jî bişon. Çavê me diqerime heta ku tankêrek av ji me re tê. Em sed carî li şaredariyê digerin heta ku ji me re avê tîne. Em dixwazin ava me tim bê. Em jî însan in û av mafê me ye."   'EM NIKARIN PAQIJIYÊ BIKIN'   Ji Taxa Yeniyê Nihayet Îdem (43) anî ziman ku ger dilê rayedaran û çareserkirinê hebe dikarin niha çareser bikin û got: " Her sal ji meha Nîsanê ve ava me dibirin û heta meha Mijdarê bernadin. Ev 5 sal in em di vî halî de ne. Bi tankêran avê peyda dikin. Em niha li vir 50 mal bê av în. Em carina ji vê depoya avê bi xurtûman dikişînin. Ew jî ji bo ku darên me hişk nebin. Ji ber ku av tune ye em nikarin paqijiyê jî bikin. Ji ber bêaviyê em nikarin darên xwe jî av bidin."   'NIKARIN NIMÊJ BIKIN'   Ji heman taxê Bedriye Tankaş (65) jî bertek nîşanî vê rewşê da û bi lêv kir ku av tune ye ku ew nimêja xwe bikin. Tankaş got: "Ev çend sal in em di vî halî de ne. Berê jî rojekê dihat hefteyekê nedihat. Em 4 mal di heman bîneyê de dimînin. Av tune ye û em neçar in. Em 4-5 caran çûne şaredariyê lê çareser nekirin. Tankêrek avê dide 4 malan. Ji ber ku av tune ye em dibêjin em ê avahiya xwe bifiroşin. Ev 18 sal in em li vir in. Av tune ye ku em nimêja xwe bikin. Hema av hebûya ku me nimêja xwe jî bikira bes bû. Em ji neçariya xwe diçin taxên din nimêja xwe dikin. Ev ne heqê xwedê ye."   'DIXWAZIN KU AVA ME BERDIN'    Ji heman taxê Garîbe Cîngoz (35) jî daxwaz kir ku pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin û ev tişt gotin: "Ava me tune ye û em gelek zehmetiyê dikêşin. Me bi 2 hezar lîreyî xurtûm stendine. 15 rojan carekê avê didin me. Ew jî têra me nake. Tenê 5 saetan didin me. Em dixwazin ku ava me tim berdin. Em nikarin paqijiyê bikin. Em tim diçin şaredariyê lê alikariya me nakin. Li ser wê jî em heqê avê didin. Heger av bihata ne pirsgirêk bû. Lê av tune ye tenê hewa ye."   'CEZA LI GEL DIBIRIN'   Hevşaredarê HDP'ê yê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin da zanîn ku qeyûm ji zirardayînê pêvtir tu tiştî nake û got: "Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Kuçe û taxên bajarê me tev hatibûn xerakirin. Pirsgirêka Hezexê ya herî mezin av e. Me çend sondajên avê lêxistin. Niha jî 2 sondajên ku em li ser tên darizandin hene û bajêr gişt ava xwe ji wan sondajan digire. Heta niha qeyûm li vir tu xebat nekiriye. Hemû kuçe û taxên wê kolandine. Ji ber ceyranê zem kirine, gel nikare kilîmayên xwe veke. Dixwazin li ser banî razin, lê ji ber toz û telaza ji ber xebatên şaredariyê nikarin lis er baniyên xwe razên. Av tune ye. Û tevî polîsan dikevin bax û baxçeyên welatiyan ku bi hinceta a qaçax bi kar anîne ceza li wan dibirin. Tişta ku ji me re hatiye gotin, heta niha gelek malbat bi vê rêbazê hatine cezakirin. Av mafê her kesî ye. Lê mixabin her kesî ceza dikin. Li dijî vê jî nêrazîbûnên gel hene. Gel wê di hilbijartinê de darbeyeke hê xurtir li wan bixe. Ava Hezexê ji Newala Cehennemê tê. Heger mirov bixwaze dora Hezexê tev av e. Projeyek me ya avê hebû. Me lêkolîn kiribû ku li dora bajêr av heye. Xebatên me yên bi vî rengî hebûn. Lê mixabin ev xebatên me jî nîvco hiştin."