7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin 2022-07-03 09:06:49 STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dê 7 partî û rêxistinên bi awayekî hevpar dixebitin di nêz de "Menzûmeya Rêgezan" biweşînin.  Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Malên Gel (Halkevelerî) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst(SMF) ên bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûbûn, bi civîn û konferansan xebatên xwe yên ji bo têkoşîna hevpar didomînin. Her 7 partî di nêz de dê di çarçoveya bernameya têkoşînê de "Manzûmeya Rêgezan" biweşînin.    TIFAQA JI BO TÊKOŞÎNÊ   Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz anî ziman ku 7 partî û rêxistin li hev kom bûne û hîmê têkoşîna bi hev re avêtine û got, armanca vê hatina cem hev ew e ku li hemberî partiyên pergalê gel bê alternatîf nemînin. Akdenîz destnîşan kir ku gel ne mecbûrî Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhûrê ne û got, hatina wan a cem hev wateya têkoşîna bi hev re di xwe de dihewîne. Akdenîz diyar kir ku tifaqa wan a bi 7 partî û rêxistinan re tifaqa têkoşînê ye û got: "Lê ji bo ev yek veguhere tifaqa hilbijartinê pêdivî bi yekîtiya rêgezan heye. Xebatên ji bo vê jî didomin."    MANZÛMEYA RÊGEZAN   Akdenîz diyar kir ku ev tifaq 7 meh in li qadê dixebite û got, ew bi xwe bawer nake ku dê meseleyên welêt bi hilbijartineke muhtemel bên çareserkirin. Akdenîz bilêv kir ku helbet hilbijartin girîng in û ji bo vê amadekariyên xwe dikin û got: "Armanca me ne ew e ku em çar salan carekê biçin ser sindoqan û raya xwe bidin. Armanca me em têkoşînê bi rêxistin bikin. Rêxistinkirina têkoşîna çîna karkeran, parastina mafan û li hemberî êrişan avakirina platformekê. Lewma me nîqaşeke wekî 'hilbijartin an têkoşîn' kir, lê me biryar girt ku em têkoşînê mezintir bikin. Me têkildarî debarê, penaberan, êrişên li ser HDP'ê, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê hin biryar girtin. Ev girîng bûn, testa samîmiyetê bûn. Piştî nîqaşan ji her nûnereke partiyeke siyasî koordînasyonek hat avakirin. Ev koordînasyon hem çalakiyan bi rê ve bir hem jî ji bo nivîsandina manzûmeya rêgezan xebatek da destpêkirin. Niha ji bo vê jî hin xebat hene."    Akdenîz bilêv kir ku xebatên xwe li gor hedefên partiyên siyasî didomînin û nêzî 4 meh in li gelek bajaran civînên gel çêkirine û got: "Her kes di nava lêgerînekê de ye. Her kes dibêje 'êdî bibin yek.' Daxwazeke ev qas xurt heye. Divê ev xwestek xurtir bibe. Em di xebatên xwe de 'vebijêrka sisêyan' birêxistin dikin. Hatine cem hev a 7 partiyan li bara civakê bû xwedî beranberiyek."    CIVÎNÊN BI RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL RE   Akdenîz destnîşan kir ku ne desthilat ne jî muxalefet daxwazên gel neanîne cî û dê neynin jî û got, lewma çêkirina yekîtiya siyasî ya gel bivênevê ye. Akdenîz diyar kir ku bi sendîka û komeleyan re civîn çêkirine û got: "Em ji rêxistinên civaka sivîl re dibêjin: 'Tenê ne em partiyên siyasî hûn jî belgeya xwe ya helwestê eşkere bikin. wekî rêxistineke karkeran û kedkaran hûn jî rabin bibêjin, 'ên daxwazên me qebûl nekin û me tune bihesibînin em ê wan teşhîr bikin.' Wê gavê hûn ê bibînin ku ew ê bibin kirdeya tifaqa me."    HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Akdenîz nîqaşên ji bo hilbijartin pêşwext jî nirxandin û got, rêgeha wan rêgeheke li ser asasê têkoşîneke tekûz e û yekîtiyeke xurt a bi rêgezan e. Akdenîz got: "Em nikarin van xebatên xwe ji bo hilbijartineke pêşwext bidin sekinandin. Jixwe em bawer nakin dê hilbijartineke pêşwext çêbibe. Desthilatê heya niha pozîsyoneke ji bo hilbijartina pêşwext ji xwe re peyde nekiriye, çimkî enflasyon pir zêde ye."    ‘HDP’YE EN GÜÇLÜ DESTEĞİ VERECEĞİZ’   Akdenîz bal kişand ser operasyonên siyasî yên desthilatê yên li hemberî HDP'ê jî û got, desthilat bi vî awayî dixwaze tevahiya muxalefeta civakî çavtirsandî bike. Akdenîz destnîşan kir ku desthilat dixwaze heya hilbijartina muhtemel atmsofereke Rewşa Awarte (OHAL) biafirîne û got: "Kî li ber van çewisandinan xwe li bêdengiyê deyne dê di hilbijartinan de jî têk biçe. Em hêzên tifaqê ev operasyon li hemberî kê bên lidarxistin bila bên lidarxistin em ê li cem wan bin. Mesela gava li Çûbûkê Kemal Kiliçdaroglû hat lînçkirin di cî de me got, 'em li cem wî ne.' Gava qedexeya siyasetê danîn ber Canan Kaftancioglûyê me got, 'em li cem wê ne.' Lewma îro divê CHP û demokratên sosyal hemû ji bo HDP'ê xwedî vê helwestê bin. Ev dem dema hatina cem hev e. Desthilat HDP'ê krîmînalîze dike û atmosfereke wekî HDP sûcdar e diafirîne. Ev operasyon hem li hemberî tifaqa me ne hem jî li hemberî gelê kurd in. Em ê piştgiriyeke herî xurt bidin wan."    MA/ Ergîn Çaglar