Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne 2022-07-03 09:56:19 ENQERE - Bi deh hezaran kesên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ji her çar aliyên welêt ber bi Enqereyê ve herikîn, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” peyama xwe ya ewil dan.    Ji Colemêrgê heta Edîrneyê, ji Trabzonê heta Îzmîrê, ji Amedê heta Stenbolê û ji her çar aliyên welêt, bi deh hezaran kes ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin Enqereyê. Ji 7 salî heta 70’ê salî hemû kesî berê xwe dan Eywana Werzîşê ya Arenayê û li pêşiya eywanê goven gerandin.    Ji serê sibehê saet derdora 8.30’an ve bi hezaran kes ji hêla Parka Ciwanan bi dirûşm û alayên HDP’ê ketin eywana kongreyê. Di dema ketina eywanê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “HDP gel e û gel ki vê derê ye” berz kirin. Jinên bi şaxên zeytûnan ku sembola aştiyê ne ketin eywanê, li dijî zextan peyama têkoşînê dan.    AZADÎ BO GIRTIYAN XWESTIN    Beşdaran li eywanê peyamên “HDP gel e û gel li vê derê ye” û “HDP hêvî ye û hêvî li ser pêya ne” dan. Her wiha bi daxwaza azadiya girtiyan û yên înfaza wan hatine şewitandin jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Beşdarên ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    KELECANÊ DEST PÊ KIR   Bi hezaran kesên ji bo kongreyê ji rê û deravên dûr hatine Enqereyê, bi coş û kelecaneke mezin beşdarî kongreyê bûn. Jinên ku laçikên spî û cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, beşdarî horonê bûn. Beşdarên ku di saetên zû yên serê sibehê de dest bi gerandina govendê kirin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” peyama xwe dan.    Beşdariya kongreyê berdewam dike û girseya bicoş govend û dirûşmên xwe didomînin.