Di AKP’ê de skandala bertîlê 2022-07-03 11:01:58   AMED -  Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji bo ku têxe rêveberiyê, ji Celal Dengîz 250 hezar TL pere stendiye. Dema Dengîz pereyê xwe xwestî jî jê re got: “Min ew pere ji bo ku we bigirim lijneya rêvebirinê stend.” Piştre jî dawî li karê Dengîz anî.    Di demên berê de hat îdiakirin ku Navenda Giştî ya AKP’ê ji Rêxistina AKP’ê ya Amedê re 243 mezar TL pere şandiye û Serokê AKP’a Amedê Mehmet Şerîf Aydin jî bi van pereyan bo mala xwe mobîlya kirine. Navê Aydin niha jî bi nelirêtiyeke din kete rojevê. Di çendek roj berê de li Serokatiya Bajêr a AKP’a Amedê hinek kes ji peywirê hatibûn girtin û piştî vê jî skandalên nû derketin holê. Hinek kesên li Midûriyeta Perwerdeya Millî ya Amedê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê bêyî ku haya Lijneya Rêveberiya AKP’ê ya Amedê ji peywirê hatibûn girtin. Vê yekê jî di nava rêveberiyê de rê li ber nerazîbûnan vekir. Li ser vê yekê kesên tiliya wan di tayînên nû de Serokê Sekreteriya Bajêr Hasan Çakar, Serokê Karên Siyasî Hiqûqî ya Bajar Huseyîn Denlî, Seroka Teşkîlata Bajêr Serap Akbaş, Cîgirê Serokê Bajêr û Serokê Karên Aboriyê yê Bajêr Celal Dengîz û Serokê Karên Darayî û Îdarî yê Bajêr Bedirhan Akyol ji peywirê girtin. Nerazîbûna li dijî girtina ji peywirê, bi xwe re skandala bertîlê anî. Cîgirê Serokê Bajêr Celal Dengîz da zanîn ku Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji wî 250 TL xwestine û ev pereye jî bo ÎBAN a Aydin şandine.    Dekonta pereyê ji bo Bankaya Albaraka Turk’ê hatiye razandin îdiaya Dengîz piştrast kir û hat zanîn ku ev pereyê behsê xeberê ji bo hesaba xizmê Aydin, Farûk Aydin hatiye şandin.  Celal Dengîz têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku îdiaya ku ji ber destwerdana tayînên di qadên perwerde û tenduristiyê de ji peywirê hatiye girtin teqez rast nîne û ev yek weke derew û îftîra pênase kir. Bi domdarî Dengîz got ku dema li AKP’ê dest bi peywirê kirî, Serokê AKP’a Amedê Şerîf Aydin ji wî 250 TL pere xwestiye û wî jî ev pereye bo hesaba ku ji wî re hatibû şandin, rê kiriye. Bi domdarî Dengîz ev agahî dan: “Min digot qey ev pereye weke bexşê ji hemû kesên bo rêveberiyê hatine hilbijartin tê stendin. Lê belê piştre hîn bûm ku tiştekî wiha nîne û min pereyê xwe xwest. Lê Aydin ji min re got ‘min ji bo ku te bigirim rêveberiyê ew pere xwest.’ Lê min biisrar pereyê xwe xwest û li ser vê yekê pereyê min razandin hesaba min. 3 meh piştî razandina pere jî ji peywirê hatim girtin.”    'MIN JI BO KU WE BIGIRIM LIJNEYA RÊVEBIRINÊ EW PERE XWEST’    Dengîz, da zanîn ku ji ber destwerdanên li tayînan ji peywirê nehatiye girtin û ji ber paşve xwestina pereyê weke bexş an jî deyn daye partiyê ji peywirê hatiye girtin. Dengîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 meh bi ser dayîn wî pereyî re derbas bûbû lê di serî de serokê bajêr, hîn bûm ku tu kesekî ew pere nedaye. Dema min pirs kir bê ka dê wî pereyî kengî wergirim, ji min re got ‘min ji bo ku we bigirim lijneya rêvebirinê ew pere stand.’ Dema min biisrar xwestî jî li ser heman hesabê ji min re hate şandin. Sê meh piştî vê bûyerê jî ji min ragihandin ku ji peywirê hatime girtin. Piştî ji peywirê hatim girtin jî tev li tu civîn û xebatan nebûm. Anku sedema vê pirgirêkê û girtina ji peywirê ji ber mijareke bi mehan berê ye. Îdiayên tên kirin rast nînin û tu eleqeya min bi tayînan nîne. Muxatab û berpirsyarê midûriyeta tenduristiyê û yê midûriyeta perwerdeya millî Şerîf Aydin bi xwe ye. Tu eleqeya min bi vê mijarê nîne.”