Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye 2022-07-03 13:09:17     RIHA - Ferît Şenyaşar di roja 482’emîn a tekoşîna xwe ya edaletê de weke mêvan tev li kongreya HDP’ê ya Enqereyê bû.      Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 482’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftêyêye Emîne Şenyaşar di mala xwe ya li navçeya Pirsûsê de nobeta xwe ya edaletê domand. Ferît Şenyaşar jî weke mêvan çalakiya xwe ya nobetê veguhest 5’emîn Kongeraya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Enqereyê pêk tê.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em wek mêvan di kongreya HDP’ê ya li Enqereyê de ne. Heya ku edalet were em dê li her derê daxwaza xwe ya edaletê û tekoşîna xwe bidomînin. Heq, hiqûq û edalet.”