Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be 2022-07-03 15:54:24   ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, hewceye şert û mercên wî werin amadekirin û wiha got: “Divê muxalefet baş bizane, micid be û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta ev sed sale berdewam dike de israr bikin dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li Eywana Werzîşê ya Enqereyê bi tevlibûna bi hezaran kesan didomîne. Di kongreyê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “HDP gel e û gel li vê derê ye” tên berzkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê partiyî û beşdarên din bi coşeke mezin silav kirin. Ji muxalefetê heta desthilatdariyê, di kongreyê de peyam dan gelek derdoran.    Dema ku hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ji eywanê diçûn, ciwanan pêşî lê girt û bi hev re wêne kişandin. Ciwanan Demîrtaş û Turk bi çepikan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana HDP’ê” oxir kirin. Her wiha li derve jî dayikan Demîrtaş û Turk bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” oxir kirin.    BIRAYÊ OCALAN LI EYWANÊ BÛ    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan jî hatibû kongreyê. Dema navê Mehmet Ocalan hatî xwendin, eywana kongreyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.    Di heman demê de pêkhate û tifaqên HDP’ê jî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî axivî.  Di dema axaftina Ozturk de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    BILA LI VÊ EYWANÊ BINIHÊRIN   Berdan Ozturk axaftina xwe bi kurdî kir û wiha got: “Ev demekî dirêje ku êrişên li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan didomin. Hewl didin encamekî bi dest bixin û kurdan tesfiye bikin. Bila niha li vê eywanê baş binihêrin bê ka kî tune bûye. Gelê me li gel gelên Tirkiyeyê dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Gelek bedel dan lê ji nasname, çand û zimanê xwe tawîz neda. Rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd diyar in. Ji bo ku destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan tune bikin, çi tişta ji destê wan tê kirin. Başûr dagir kirin û amadekariyan dikin ku êrişî Rojava bikin. Li her qadê êrişî kurdan dikin. Lê belê em encama van êrişan îro bi krîzên aborî û siyasî dibînin. Sedema vê ne hêzên derve lê zîhniyeta we ye ya dijminatiyê li kurdan dike ye. Lewma divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.”    DIVÊ MUXALEFET MICID NÊZ BIBE    Herî dawî jî Ozturk bal kişand ser tecrîda li îmraliyê û axaftina xwe wiha qedand: “We bi tecrîdkirina birêz Ocalan re biryara şer dan. Krîza aborî ya heyî jî encama tecrîd û şer e. Tişta rast a ku divê were kirin ew e ku tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo ku birêz Oalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, divê şert û mercên guncav bên amadekirin. Her wiha divê birêz Ocala ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe. Divê muxalefet jî baş bizane, micid nêz bibe û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta xwe ya sed salên berê de israr bike, dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir be.”